Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da 2020-09-07 17:10:02   STENBOL - Parêzera OHD'ê Nagehan Avçîl, ji bo endamên HDP'ê Lîder Polat û Cihan Çitgez ên ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs nîşandan û ew revandin, serî li serdozgeriya komarê da.    Kesên xwe wekî polîs dabûn nasîn di 27'ê Tebaxê de Endamên Meclîsa Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîder Polat revandibûn. Kesên xwe wekî polîs dabûn nasîn, xwestibûn ku Polat bibe sîxur. Piştre çavê wî girtin û ew avêtin tenişta rê. Piştî têkildarî revandina wî dîmen derketin holê, Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçil, bi sedema “Kesê revandine ji huriyeta xwe dûr xistine, bi muameleya xerab re rû bi rû hiştine, aramî û sukûneta wî xera kirine," serî li Serdozgeriya Komarê ya Anadolu ya Stenbolê da û xwest doz bê vekirin.    Avçil, dîsa ji bo Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Sultangazî Cîhan Çitgez ê di 24'ê Tebaxê de kesên xwe wekî polîs dan nasîn û ew revandin de Serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da û xwest der barê sucdaran de doz bê vekirin. Kesên ji maşîna Renault Clio Hatchback daketin Çitgez revandin û çavê wî girtin û destê wî girê dan. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçil, serî li dozgeriyê da û anî ziman ku muwekilê wê Çitgez anîye ziman ku plakeya maşînê a 34 NJ tê bîra wî û kesên ew revandine seranserî rê îşkence li wî kirine û gef li wî xwarine.      Parêzer Avçil, da zanîn ku Çitgez 5 saetan bi îşkenceyê re rû bi rû maye û piştre li qada daristanê ya Habiblerê serbest berdane.