Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket 2020-09-07 23:21:52   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku ji ber guleberana eskeran li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ketiye.    Îro li gelek deverên herêma Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanan ket. Hat diyarkirin ku danê êvarî jî bi sê guleyên bidews ên eskeran cardin agir bi daristanê ketiye. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî eskerên qaleqola li herêma Qursekêça sê fîşekên bidews bera dane û ji ber vê li herêma Newa Qêra agir bi daristanê ketiye. Hat diyarkirin ku bi tu awayî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.    Agirê li bejahiya Gundikê Remo, Nêvana û Gundikê Spîndarûkê dest pê kiribû xwe bi xwe tefiyaye, lê belê vê carê li mezrika Benavyayê agir bi daristanê ketiye û kes mudaxile nekiriye û her diçe berbelav dibe.