DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye 2020-09-08 12:59:02   STENBOL –  Platforma Komeleyên Rojhilat-Başurê Rojhilat (DGD), ji bo êrîşa li Sakaryayê ya li hemberî zarokên kurd daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye.   Platforma Komeleyên Rojhilat-Başurê Rojhilat (DGD), li dijî nîjadperestî, cihêkarî, taciz û destdirêjiya ku li welat zêde bûye, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapameniyê li dar xistin. Di civîna ku endamên platformê tevlî bûn de pankarta “Ji nîjadperestî, cihêkarî, tundî, tacîz û destdirêjiyê re na! Edî bes e” hat vekirin.    ‘ENCAMA ZIHNIYETA NÎJADPEREST E’   Daş, diyar kir ku tiştên pêk tên encama polîtîkayên nîjadperestî yên sedsalî ne û wiha got: “Êrîşan nîjapderestî û zayendî ya li Sakaryayê ne êrîşeke bi tenê ye. Êrîşa li Sakaryayê xwedaderbûna zihniyeta ku sed sale tê çandin e. Lê hê jî kujer û êrîşkar weke ku qet tiştekî nekiribin di nav civakê de digerin. Mexdûrên êrişê sûcdar hatin dîtin. Li şûna ku bûyer bên teşhîrkirin û rexnekirin, mirovên ku li xaka Kurdistanê dijîn weke sedemên van êrişan tên nîşandan.”   BANGA DIJDERKETINA LI HEMBERÎ ÊRIŞAN    Di berdewamê de Daş, da zanîn ku ewlehiya edaletê li Tirkiyeyê nameye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li şûna êrişên cihêkariyê, zayendî û nîjadperestî çi pêwîst dike divê bê kirin. Em bang li dewletê dikin ku bi saziyên xwe re berpirsyar tevbigere. Em bang li civakê jî dikin ku êrişên cihêkariyê, zayendî û nîjadperestî rawestînin û li dijî wan derkevin û hêza xwe bikin yek.”