Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê 2020-09-08 14:44:16   ENQERE – Wezarîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ragihand ku wî ji 81 bajaran re giştînameyek nû şandiye û dê dawî li şahiya muzîka li kafeterya û restorantan were.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di merasîmek mezuniyetê de axivî û da xuyakirin ku wan giştînameyek nû ji 81 bajarên Tirkiyê re şandine û dê îro saet ji 00.00'an şûn ve dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan were. Soylû got teqez û teqez wê muzîk neyê weşandin û guhdarkirin û wan giştînameyê ji walîtiyan re şandine û dê demildest vê sepanê bixin meriyetê.