Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-09-08 14:53:47   ENQERE  - Lijneya Rêveberiya ATO, ragihand ku li Enqerê di nava 6 rojan de 106 karkerên tenduristiyê bi vîrûsa korona (kovîd-19) ketin.    Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkên Enqerê (ATO), jimara testa xebatkarên tenduristiyê yên li Enqerê yên vîrûsa korona (Kovîd-19) aşkere kir. Li gorî encama xebatên ATO’yê bi rêve bir, heya roja îro testa 799 xebatkarên tenduristiyê yên vîrûsa korona (Kovîd-19), pozîtîf derketin. Li gor danayên ATO’yê, di 6 rojên dawî de 106 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin e.    ATO’yê herî dawî di 2’yê Îlonê de ragihandibû 693 xebatkaran tendursitiyê bi vîrûsê ketine.   4 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN   Hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê ketin, li gorî beşan wiha ye: “Bijîşkên pispor: 131, Asîstan: 71, Bijîşkên malbatî: 30, Eczaci: 7, Laborant: 10, Fizyoterapist, Diyetisyen: 3, Hemşire- Ebe: 118, ATT- Karmendên tenduristiyê: 39, Ewlekarî: 10, Karmendên îdarî: 6, teknîsyenên Rontgenê: 9, Bijîşkên Xwdî cih: 2, xebatkarên paqijiyê: 99, Sekreterên Tibbî: 47, Xebatkarên mitbexê: 7, bijîşkên diranan: 5, Teknîsyenê Anestezî: 3, Mutemet: 1. Kesên jiyana xwe ji dest dan: 2 bijîşk, 1 bijîşkê diran, 1 jî xebatkarê tenduristiyê.”