Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin 2020-09-08 16:47:03   RIHA - Li navçeya Wêranşar a Rihayê, dema binçavkirina 4 kesên di 4'ê Îlonê de, hatibûn binçavkirin hat dirêjkirin.    Li navçeya Wêranşar a Rihayê, polîsan di 4'ê Îlonê de bi ser malên Mehmet Saît Yardimci yê 60 salî, Hamdullah Esen ê 55 salî û Tayît Temel ê 52 salî de girtibûn, piştî lêgerînê binçav kiribûn û biribûn Şaxa TEM'ê ya Rihayê. Malbat û parêzeran agahiya ku 4 kes li Şaxa TEM'ê hatine îşkencekirin bi raya giştî re parve kiribûn. Omer Erdem ê di çarçoveya lêpirsînê de, hat binçavkirin jî anîn edliyê. 4 kesên ku îro sewqî Edliya Rihayê hatin kirin, dadgehê dema binçavkirina wan dirêj kir. 4 kesên ku dema binçavkirina wan hat dirêj kirin, cardin birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê.