Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin! 2020-09-09 09:02:58   AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan ê OHD'ê Yûsûf Çakas derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Amedê de xwest ku sepanên cot kelepçekirin, dîmenkêş, lêpîrsînên kêfî, lêgerînên tazî werin çareser kirin û banga hestiyariyê kir.    Sepanên kêfî yên êşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehên Tirkiyê û bajarên herêmê her roja ku diçe zêde dibin. Ji van girtîgehan yek jê jî Girtîgeha Jinan a Amedê ye. Tê diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî girtiyan sepanên kêfî di dewrê de ne.   Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya HiqûqnasênJi Bo Azadiyê (OHD) û Reveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas derbarê serdana li dijî binpêkirinên mafan a di 6'ê îlonê de li Girtîgeha Jinan a Amedê pêk anî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.   DU KELEPÇEYAN LI DESTÊ WAN DIDIN    Çakas bi bîr xist jinên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê de dimînin binpêkirinên ew pê rê rûbirû dimînin ji Komîsyona Girtîgehan a Meclîsê re jî şandine û got: “Di serê van binpêkirinan de sepana cot kelepçekirinê tê. Cot kelepçekirin çiye? Girtiyên ku dibin nexweşxaneyê an jî bi sedemekê ji girtîgehê derdixînin derve, destê wan kelepçe dikin û pişt re jî kelepçeyeke din jî dixin destê girtî û eskeran. Hem ewlehiyeke zêde tê girtin, hem jî di nava eskeran de dibin. Girtî bi birina xwe ya vî şiklî qebûl nakin. Ji ber ku girtî vê pêkanîna kelepçeyê qebûl nakin demekî dirêje nabin nexweşxaneyê. Tedawiya girtiyan nayê kirin û ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi awayê hiqûqî jî tu wateya kelepçekirinê tune ye. Daxwaza girtiyan ew e ku vê meseleyê em bikin rojev. Em ê wek OHD û MED TUHAD-FED’ê li dijî vê meseleyê bi hesas bin.”   ‘DAŞIR Û SERŞOK BI KAMERAYAN TÊN ŞOPANDIN’   Çakas anî ziman ku li girtîgeha jinan daşir û serşok bi kamerayan tên şopandin û wiha axivî: “Girtiyên jin bi sepana şopandina kamerayê hatine asta ku nikarin jiyana xwe ya taybet birêve bibin. Heta ji me re gotin ku di germa havîna Amedê de nikarin cilên li gor demsalê li xwe bikin. Di girtîgeheke ku ewlehiya wê bilind de şopandina girtiyan a serşok û daşirê ya bi kamerayan îhlala mafê jiyanê ye. Ev yek me jî û girtiyan jî aciz dike.” Çakas bal kişand ser lêgerîna tazî ya ku li girtiyan tê ferzkirin û wiha domand: “Me dît ku lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Yek girtî ku lêgerîn lê hat ferzkirinê jî muwekîla min Eylem Oyûnlû bû. Bi zarokên xwe re rastî lêgerîneke derveyî rûmeta mirovahiyê hatiye. Kesekî/a ku hat binçavkirin jixwe tê lêgerînkirin û bi polîs an eskeran re dibin girtîgehê. Ji ber vê yekê ferzkirina lêgerîna tazî ne bi mirovî ne jî bi hiqûqî nayê ravekirin."    LÊPIRSÎNÊN DÎSÎPLÎNÊ ENCAM DIDIN    Çakas da zanîn ku li gor agahiyên hatin ber destê wan bi pêvajoya vîrûsa koronayê re li girtîgehan sepanên kêfî zêde bûne û didomin û wiha got: “Girtiyên ku em pê re axivîn. Ji me re gotin ku her niqaşa ku di navbera wan û gardiyanan de çêdibe bi lêpirsînên dîsîplînê encam digire û ev lêpîrsînên dîsîplînê jî rîska ku înfaza wan bişewitînin derdixîne holê. Kêfiyet bi xwe re bêhiqûqiyê tîne. Girtiya ji me re got ku gardiyanan ji wan re gotiye ‘Hûn stranên kurdî dibêjin, heke em bibînin û bibîhzin hûn strana dibêjin, em ê girtek amade bikin.' Ev jî nîşaneya muameleyên kêfî ne. Girtiyên ku bi van pirsgirêkan re rûbirû dimînin, muxateb nedîtinê.  Rêveberiya girtîgehê û dozgerî van pirsgirêkan çareser nakin."    ‘DIVÊ HER KES DENG BIDE DENGÊ GIRTIYAN'    Çakas destnîşan kir ku pêwîste rayedar guh bidin daxwaz û pêşniyazên girtiyan û hiqûqzanan û ev muameleyên kêfî bixin rojeva xwe û demildest çareser bikin.    Çakas her wiha bang li beşên civakê hemûyan kir ku li dijî van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hestiya tevbigerin û divê her kes deng bide dengê girtiyan.    MA / Fahrettîn Kiliç