Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye 2020-09-09 09:13:35   MÊRDÎN - Şaredariya Stewrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bûrsên ku rêveberiya HDP'î dabûn xwendekaran û qoliyên meha Remezanê yên li malbatan hatibûn belavkirin wekî "zirara cemaweriyê" derpêş kirin û xwest pereyê ji bo van tiştan hatiye xwestin Hevşaredar Gulîstan Oncu bide.    Wezareta Karên Navxweyî di 16'ê Mijdara 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Stwerê kiribû. Qeyûm Bayram Turker, erzaq, bûrs û çalakiyên ji bo zarokan hatibûn daxistin, wekî "zirara cemaweriyê" derpêş kir. Qeyûm ji bo heqê van van tiştên navbirî yên di dema rêveberiya HDP'î de hatine kirin bên dayîn ji Hevşaredar Gulîstan Oncu û 2 peywirdarên şaredariyê re nivîs şand.    Şaredariya HDP'ê di meha Remezanê de qoliyên alîkariyê li malbata belavkiribûn lê belê qeyûm ev yek jî wekî "zirara cemaweriyê" derpêş kiriye. Qeyûm diyar kir ku nayê zanîn kesên qolî li wan hatine belavkirin pêdiviya wna pê heye yan ne û li holê "belgeyeke" bi vî rengî tuneye. Qeyûm ji bo vê xwest Hevşaredar Oncu û 2 peywirdarên şaredariyê 106 hezar TL'yî bidin.    Her wiha rêveberiya qeyûm ji bo tiştên ji bo "Rojên Atolyeya Hunerê ya Zarokan" ku 200 zarok tevlê bûbûn û 3 rojan dewam kiribû hatine xerckirin jî got "zirara cemaweriyê" û ji bo vê xwest 70 hezar TL bê dayîn.    Qeyûm ji bo bûrsên ku rêveberiya HDP'î tam 8 mehan dabûn xwendekaran jî derpêş kir ku "zirara cemaweriyê" ye û xwest bûrsa 8 mehan li xwendekaran hatiye belavkirin bê dayîn   Beriya qeyûm Bayram Turker, qeyûmê Şaredariya Dêrikê jî heman tişt kiribû.    MA / Ahmet Kanbal