Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin 2020-09-09 11:35:54     WAN – Doznameya ku derbarê Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn ku hatibû revandin û gef li hatibû xwarin de bi hinceta daxuyaniyên derbarê mijarê de hatibû amadekirin, hat qebûlkirin.      Endama Meclisa Partiyê (PM) û Lîjneya Birêvebirinê ya Ciwanan (GYK) a HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn, di 4’ê gulanê de li ser Kolana Mereşê ya Wanê ji aliyê kesên ku xwe weke polis dabûn nasîn ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin. Bi hinceta ku daxuyaniyên wê yên derbarê mijarê de doz li Kûyûn hat vekirin. Doznameya ku derbarê Kûyûn de bi angaşta “Sewqkirina gel a kîn û dijminahiyê” ji aliyê Serdzogeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin, ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hat qebûlkirin.   GOTINÊN DERBARÊ BÛYERÊ SÛC HESIBANDIN    Di doznameyê de hat destnîşankirin ku Kûyûn ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatiye revandin, kesên ku Kûyûn revandin peywirdarên cemaweriyê ne û Kûyûn giliya wan kiriye. Di doznameyê de qala hûrgiliyên kêliya revandinê nehatiye kirin û cih ji daxuyaniyên Kûyûn, “Em vê zihniyete ji salên 1990’î ve nas dikin. Tişta tenê guheriye wesayîtên Toros in. Ji wê rojê ve heta niha li ser kurdan, ciwan û jinên wan operasyonên qirkirina siyasî tên domandin. ” ên piştî bûyerê re hatiye veqetandin û weke sûc hatine hesibandin.    Li aliyê din balkêş e heta niha derbarê kesên ku Kûyûn revandin ve tu kirariyek nehatiye destpêkirin.