Danişîna rojnamevanan dest pê kir 2020-09-09 12:13:03   STENBOL – Rojnamevanên ji doza nûçeya endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû tên darizandin cara duyem li pêşberî dadger in. Danişînê dest pê kir.      Danişîna duyemîn a doza rojnamevanên ji çêkirina nûçeya merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû tên darizandin dest pê kir. Danişîn li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Beriya danişînê rêxistinên rojnamevanan daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê û nûnerên sîndîkaya, cemiyet û rêxistinên rojnamevanan û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn.    Rojnamevan Ferhat Çelîk, Aydin Keser, Bariş Terkoglû negirtî tên darizandin û rojnamevan Bariş Pehlîvan, Hulya Kilinç û Mûrat Agirel girtî tên darizandin. Rojnamevan Erk Acarer jî tê darizandin lê li derveyî welat e. Her wiha kesek ne rojnamevan jî ji dozê tê darizandin.    ROJNAMEVANAN DIKIN ARMANC    Sekrtera Giştî ya Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyê (TGC) Sîbel Guneş diyar kir ku rojnamevanî ne xebatek casûsiyê û terorê ye û got: “Îqtîdar ji bo nûçeyê asteng bike, hevalê me ji xwe re kiriye armanc. Êriş li dijî rojnamevanan tê kirin. Êrişkar bêceza dimînin. Heta îro 750 rojnamevan ketin girtîgehê û derketin. Niha 75 rojnamevan di girtîgehê de ne. Îro 3 hevalên me ji vê dozê tên darizandin 6 meh in neheqî di hepsê de ne. Em dixwazin hevalên me demildest werin berdan.”    EREN: AZADÎ NÎNE    Serokê Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê Farûk Eren jî diyar kir ku azadiya çapemeniyê xistine bin pêyan û heta azadiya çapemeniyê pêk were dê têbikoşin û rojnamevanî ne sûc e.    'EM BI BIRYAR IN’    Rojnamevan Bariş Terkoglû yê ji dozê tê darizandin û di danişîna ewil de hatibû berdan jî da zanîn ku zîhniyeta ku bi hêcetên pûç rojnamevanan digire çiqas bi biryar be, ew jî ewqas bi biryar in û sê hevalên wan Bariş Pehlîvan, Murat Agirel û Hulya Kilinç 6 meh in di Girtîgeha Sîlîvriyê de ne. Terkoglû anî ziman ku ew ji ber nûçeyek ku Serokkomar bi xwe jî eşkere kiriye tên darizandin û lê ew ê her tim rastiyê bêjin.