Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê 2020-09-09 13:24:40   STENBOL – Kovara mîzahê ya heftane Leman, êrişa nişadperestî ya li Sakaryayê li dijî karkerên kurd kir wêneyê kovarê.    Kovara mîzahê ya heftane Leman, vê hefteyê êrişa nijadperestî ya li Sakaryayê li dijî karkerên kurd ên ji Mêrdînê pêk hatibû kir wêneyê kovarê. Kovar bi manşeta “Rastiya bûyerê heye” derket. Kovarê wiha got: “Walîtiya Sakaryayê dibêje ev bûyer ne rast e. Wekîlê AKP’ê û Cîgirê Serokê Giştî Alî Îhsan Yavûz jî gotibû bûyerek wiha neqewimiye.”