Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin 2020-09-09 14:40:04   STENBOL – Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê êrişa li dijî karkerên kurd şermezar kirin û li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin.     Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe ya li navçeya Fatîha Stenbolê daxuyanî dan û êrişa nijadperest a li Sakaryayê li dijî karkerên kurd pêk hat şermezar kirin. Ji dayikan Rewşan Doner axivî û diyar kir ku êrişên nijadperestî û cihêkariyê li ku dibe bila bibe ew şermezar dikin. Doner anî ziman ku êrişa li Sakaryayê ji ber atmosfera siyasî rû daye û got: “Em birçî jî bimînin em li ser axa xwe birçî bimînin. Em neçin xwe muhtacî ber deriyê wan nekin. Ez bang li gelê kurd dikim, heta em nebin yek wê ev êriş berdewam bikin. Wê ne Ewropa û ne jî Neteweyên Yekbûyî xwedî li me derkeve. Werin em dest bidin destê hev û aştiyê bînin vî welatî. Ez bang li hemû demokrat û aştîxawazan dikim, em tenê bi qîrkirina dengê aştiyê dikarin bikevin pêşiya êrişên nijadperest.”    ‘KA BIRATIYA WE LI KU YE?’    Dayika Aştiyê Emîne Unsal jî da zanîn ku polîtîkaya “kî ermeniyek bikuje wê biçe cinetê” veguheriye polîtîkaya “kî kurdekî bikuje wê biçe cinetê” û wiha got: “Gelê kurd divê êdî vê zilmê bibîne. Ew difikirin ku jixwe kurd bêxwedî ne. Dema gelê kurd yekîtiya xwe çêbike wê nebêxwedî bin. Dibêjin em bira ne. Lê ka biratiya we li ku ye?”