Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin 2020-09-09 15:45:46   AMED – Endam Berê ya PM’a ESP’ê Beren Atici, dema ku li Amedê ji avahiya partiya derket ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.    Endam Berê ya Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beren Atici, dema ku ji avahiya partiya xwe derket ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Atici, di çarçoveya lêpirsîna ku ji Aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li dijî partiya wê hatiye destpêkirin, hatiye binçavkirin. Hat hînbûn ku polisan Atici biriye Miduriyeta Polisan a Bajar a Amedê.   Duh jî li dijî ESP’ê operasyonek hatibû lidarxistin û 14 ESP’î hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatibûn binçavkirin de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî hebû.