Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye 2020-09-10 09:03:15 ŞIRNEX - Hatîce Ozdemîr a ku 27 sal in ji bo dîtina hestî û kujerên du birayên birayên xwe têdikoşe. Ozdemîr li aliyekî bi daxwaza edaletê re mijûl e li aliyekî jî dadgeh dixwaze bi îdiaya “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza lê bibire. Ozdemîr got: “Li şûna hestî û kujerên birayên min bibînin, radibin dixwazin min ceza bikin.”  Li Tirkiyeyê di salên 1980’an û 1990'an de bi hezaran însan dibinçavan de bi îşkenceyan hatin windakirin. Ji van windakiriyan du birayên hev Bahrî û Hasan Boga ne. Ew ji gundê Bana yê girêdayî naçvçeya Basaya Şirnexê ne. Leşker diavêjin ser gund û Bahrî Boga binçav dikin û li helîkoptêrê siwar dikin û dibin. Bahrî Boga bavê 7 zarokan e û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Birayê wî Hasan Boga dikeve pey şopa wî û ew jî tê binçavkirin û windakirin. 27 sal in aqûbeta her du birayan jî nayê zanîn û dozên ji bo wan hatin vekirin jî bi dembihûriyê re hat betalkirin.    Hatîce Ozdemîr (60) 27 sal in li pey şopa birayên xwe ye ku hestiyên wan bibinîne û kujerên wan werin darizandin. Ev ne bes bû bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza ji Ozdemîr re tê xwestin.    27 SAL IN HESTÎ Û KUJER WINDA NE    Ozdemîr anî ziman ku tenê sucê wê lêgerîna hestiyên birayên wê û daxwaza edaletê ye û got: “27 sal berê du birayên min ji hêla hêzên tarî ve hatin windakirin û hêj hestî û kujerên wan nexuya ne. Ewilî birayê min Bahrî Boga winda kirin. Pişt re birayê min Hasan Boga li Bahrî geriya û ew jî hat windakirin. Cerdevanên Qesrikê ji birayê min re dibêjin ‘tu pere bide me em ê birayê te ji re re bînin.’ Birayê min pişt re pere dide van. Lê cerdevan li ser soza xwe nasekinin. Birayê min jî ji wan re dibêje we soz dabû û we pere jî ji min stand. Li ser vê gotinê pişt re wî jî binçav kirin û windakirin. 9 rojan êşkence li Hesen dikin û pişt re wî dikujin.”    ‘LI ŞÛNA KUJERAN CEZA BIKIN, RADIBIN MIN CEZA DIKIN’   Ozdemîr bi bîr xist ku ew 27 sal in li edaletê digere û wiha got: “Ev 27 sal in ez têdikoşim ku hestî û kujerên birayên xwe bibînim. Lê li şûna edalet ji bo me pêk were, radibin dixwazin min ceza bikin. Di kîjan wijdanî de ev tê qebûlkirin? Ka bila ji min re bibêjin sûcê min çi ye? Dayikek 60 salî wê zirareke çawa bide dewletê? Bila vê ji min re rave bikin. Ez ji doza KCK’ê têm darizandin. Min ji aştiyê û edeletê pêvetir tiştek nexwestiye. Ewqas tişt hatin serê me û me ewqas hovîtî dît, lê min yek rojê jî hêviya xwe winda nekir. Li şûna kujerên birayên min werin darizandin û cezakirin, min didarizînin, wê çaxê baweriya meriva bi daraz û edaletê nayê. Ez nexweş im û nikarim di girtîgehê de bimînim.”    Ozdemîr da zanîn ku dema cezayê wê were erêkirin û bikeve girtîgehê dê kes tuen be li hestî û kujerên birayên wê bigere û daxwaza wê tenê dîtin hestiyên birayê wê û dîtina kujeran e.    MA / Zeynep Dûrgût