Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e 2020-09-10 09:03:58   STENBOL – Zimanzan Necmiye Alpay, "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê nirxand û got, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê şensekî mezin e.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê "Deklerasyona Aştiyê" parve kiribû. Yek ji îmzevana "Deklerasyona Aştiyê" Zimanzan Necmiye Alpay, bangawaziyên ji bo tifaqeke demokratîk nirxandin.    AŞTÎ TENÊ NE MESELEYA HDP'Ê YE    Alpay, ji bo "Porspiyan" anî ziman ku ji bo aştiya welêt kompozisyoneke baş e û got, bangawaziya ji bo aştiyê û tifaqê ya di danezana "Porspiyan" de jî pir girîng e. Alpay, destnîşan kir ku pêdiviya welêt bi aştiyê heye û her diçe ev yek xuyangtir dibe. Alpay, di "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê de bal kişand ser gotina "Pirsgirêka kurd tenê ne meseleya HDP'ê y" û got: "Aştî tenê ne meseleya HDP'ê û kurda ye. Ev pirsgirêk, pirsgirke hemû welatiyên Tirkiyeyê heta ên cîhanê ye. Meseleya me ya serreke em hîmê demokrasiyê têkûz bikin. Rêya vê jî bi çareserkirina pirgsirêka kurd pêkan e. Di vê çareserkirinê d ejî rol ûr ista tifaqa demokratîk pir girîng e."    Alpay, diyar kir ku hevserok, parlementer, hevşaredar û gelek rêvebirên HDP'ê girtî ne û got, ligel ev qas zext û zoriyan jî HDP ji bo aştiyê israr dike û ev yek ji bo pêşeroja welêt pir girîng e. Alpay got: "Jixwe HDP li ser asasê aştiyê hatiye avakirin. HDP, ji bo têkoşîna çekdarî bidome nehatiye avakirin. Bereksê wê li ser asasê di têkoşîna çekdarî de 'wê rêya aştiyê çawa bê vekirin' hatiye avakirin. Lewma hêla herî girîng a HDP'ê xizmeta ji bo aştî û demokrasiyê ye. Jixwe me ev yek berê jî dîtibû. Herî zêde HDP fikra aştiyê li Meclîsê nîqaş dike. Êdî divê ev yek bê dîtin."    ‘DIVÊ CHP JÎ GAVINE WÊREK BAVÊJE'    Alpay, destnîşan kir ku di serî de CHP û bi giştî hemû muxalefet divê ji bo "Deklerasyona HDP'ê" gavine wêrek bavêjin û got: "Di demên dawî de CHP gotinên wêrek dike. Lê belê hîn jî me daxuyaniyek bihêz nebihîstine. Demîrtaş, tiştên baş dike, ji bo aştî û tifaqa demokrasiyê. Divê ev yek bê destekkirin. Ji lewra ev tişt ne tiştine hêsn in. HDP, ji bo Tirkiyeyê şensek e."    Her wiha Alpay destnîşan kir ku HDP tenê ne di çareserkirina pirsgirêka kurd de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî şensekî mezin e û got, lewma divê bi awayekî xurt bersiva deklerasyona HDP'ê bê dayîn.    MA / Nacî Kaya