Li gundê karkerên kurd test nehatine kirin: Ev dewama êrişê ye 2020-09-10 11:51:21   MÊRDÎN – Derket holê ku karkerên kurd ên li Sakaryayê bi êrişa nijadperest re rûbirû man û ku 4 roj berê li gundê wan karantîna hat sepandin testên wan ên koronayê nehatine kirin. Gundiyan got tişta li dijî wan tê kirin berdewamiya êrişa li Sakaryayê ye.    Karkerên kurd ên li Sakaryayê findik berhev dikirin bi êrişa nijadperest re rûbirû mabûn. Karker piştî êrişê vegeriyan gundê xwe Kelekê ya girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê. Partiyên siyasî û tevgerên kurd ku ji Xebata Tifaqa Kurdistanî pêk dihatin di 7’ê îlonê de xwestin biçin gund serdana karkeran. Lê Qeymeqamiya Şemrexê bi hêceta vîrûsa koronayê beriya serdana Tifaqa Kurdistanî, di 6’ê îlonê de gundê Kelekê û mezrayên wê Derê û Emê Reşan xist karantînayê û çûnehata gund qedexe kir. Gund ji bo 7 rojan hildan karantînayê. Bi sedan leşkerên têketina gund girtin nehiştin şandeya Tifaqa Kurdistanî biçe serdana gund.    Her çiqas gund bi hêceta vîrûsa koronayê di karantînayê de be jî lê derket holê ku heta niha li gund testên koronayê yên welatiyan nehatine kirin.    ‘TEST NEHATIN KIRIN’    Ji karkerên bi êrişê re rûbirû ma Mehdîn Demîr ê li mezraya Emê Reşan diyar kir ku heta niha li gund sepana testan nehatiye kirin û heta niha tenê di 9’ê îlonê de Qeymeqamiya Şemrexê pakêtên zexîre ku salçe û meqarne têde bûn şandiye gund. Demîr destnîşan kir ku ji ber têketin û derketina ji gund qedexe ye ew nikarin biçin bajêr karê xwe bibînin û tenê wesayetiyek çûye gundan derman kiriye. Demîr da zanîn ku heta niha ji bo tu şêniyek gund û karkeran test nehatiye kirin û got: “Wesayîta dermankirinê jî tenê ji bo dilê me xweş bikin hat. Lê teqez heta niha testa kesî nekirine. Ez li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr jî geriyam gotin ‘wê werin testê bikin.’ Lê heta niha kes nehatiye.”    ‘DEWAMA ÊRIŞÊ YE’    Demîr anî ziman ku niha ew di rewşek wek girtîgehê de dijîn û tiştek ew bikin jî nîne. Demîr diyar kir ku êrişkar tên berdan û karker jî tên hepskirin û got: “Tişta niha li ser gund tê kirin, dewama êrişa li Sakaryayê ye. Dibêjin ‘ya hûnê bêdeng bimînin an jî hûnê vê qebûl bikin.’ Rasterast ev e. Hêj psîkolojiya zarokên me nebaş e. Çi dibe bila bibe di taliye de travmayek hatiye serê me.”    ‘TENDURISTVANAN JÎ DÎT KU KORONA BAHANE YE’    Ji şêniyên gund Îbrahîm Demîr jî destnîşan kir ku karantînekirina gund hêceta astengkirina kesên dixwazin biçin gund destekê bidin wan e û got: “Mêze kirin ku gundî her tiştî diaxivin û dibêjin. Ji ber vê yekê vê bahaneya karantînayê danîn. Karantînekirina gund tu eleqeya wê bi vîrûsê re nîne. Tenê şandeyek tenduristiyê hatiye gund. Xebatkarên tenduristiyê hatin hewşa me gotin ‘ên bi koronayê ketine hene.’ Me got kes bi koronayê neketiye. Her wiha me got ka binêrin kî bi koronayê ketiye wan siwar bikin bibin. Wan jî dît ku karantîna bahane ye. Ne test kirin û ne jî tiştek dinê. Tahlîlên xwînê jî negirtin û paş de vegeriyan. Tenê heta niha zexîre şandine gund. Wî jî dan keya û paşê vegeriyan. Însan dihatin ba me moralê me baş bû. Xwestin vê yekê asteng bikin.”    MA / Ahmet Kanbal