Li Girtîgeha Amedê 3 girtî bi vîrûsê ketin 2020-09-10 14:08:12   AMED - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Amedê 3 girtiyên xizmên hev Tuncer (41), Onder (35) û Serhat Kardaş ê 26 salî bi vîrûsa koronayê ketin.   Hat hîn bûn ku 3 girtiyên xizmên hev Tuncer (41), Onder (35) û Serhat Kardaş ê 26 salî, ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Amedê dimînin, bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di 7’ê Îlonê de malbat bi telefonê bi zarokên xwe re axivîn û girtiyan diyar kirin ku ku berî 18 rojan ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’an a Amedê hatin kirin e. Hat dest nîşan kir ku li Girtîgeha Amedê testa wan a vîrûsê hat girtin û Tuncer, Onder û Serhat Kardaş pozîtîf derketiye. Ji ber vê her sê kesan dikin karantînayê. Hat zanîn ku her sê girtî hêj di karantînayê de ne.