7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Karabûk a HDP’î 2020-09-10 16:22:41   WAN – Hevseroka Berê ya HDP’ê Wanê Yadîşen Karabûlak, di doza ku jê dihat darizandin de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar.   Hevseroka Berê ya HDP’ê Wanê Yadîşen Karabûlak, di 10’ê îlona 2019’an de bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û di 10’ê sibatê hatibû berdan. Di 13’ê sibatê de li ser îttîraza dozger careke din hatibû girtin. Danişîna Karabûlak li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Di danişînê de parêzer Karabûlak amade bû û Karabûlak bixwe jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.    Bi hinceta vîrûsa koronayê ji bilî parêzeran kesî negirtin eywana danişînê. Di danişînê de Karabûlak parastina xwe ya beriya niha dubare kir û xwest bê berdan. Piştî parastinan heyeta dadgehê, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Karabûlak birî û biryara berdewamkirina girtina wê da.