ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-11 09:00:29   * Turkan Yetîşen a hevjînê wê Ahmet Yetîşen di 1994’an de li Êlihê hat windakirin bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo Neteweyên Yekbûyî da û got: “Hevjînê min li ber çavê zarokên min di binçavan de hat îşkencekirin. Ew di binçavan de hat windakirin.”    * Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 81 salî, diyar kir ku gelek nexweşîn li bavê wê peyda bûne lê belê 6 meh in wî nabin nexweşxaneyê.    *  Li Girtîgeha Wanê, di dema lêgerîna li qawîşê de ji ber lîsteya lîstika futbolê û kaxeza li ser "ez we pîroz dikim" nivîsandî salek ceza li Metîn ûyar hatiye birîn.    * Hevşaredarê Cizîrê yê berê Kadîr Kûnûr, der barê tayinkirina qeyûmên ewil de axivî. Kûnûr, destnîşan kir ku polîtîkayên tayinkirina qeyûman di çaçroveya "Plana Rûxandinê" de ketine dewrê û armanc gel û saziyan ji hev veqetînin, lê belê bi ser neketine.    * Dîdem Akman ku ji bo sewqî Girtîgeha Jina ya Sîncanê bê kirin 207 roj in di rojiya mirinê d eye. Xwişka wê Ayten Akman, diyar kir ku tenduristiya xwişka wê qet nebaş e û ji bo daxwaza xwişka wê pêk bê bang li Wezareta Dadê kir.    * Ji ber nûçeyên der barê merasîma cenzayên endamên MÎT'ê de ceza li 5 rojnamevanan hatibû birîn. Yek ji van rojnamevanan jî Ferhat Çelîk e. Çelîk ku 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn, anî ziman ku di dema dadgehê de mîzansenek qewimiye û got, sedema sereke ya cezakirinê tepisandina çapemeniya muxalif e.    * Ji ber bandora neyînî ya santrala termîkê ya li navçeya Silopiyê hat çêkirin, zebze û fêkiyên ku îsal çêbûn an pelçiqandî bûn û yan jî xerabûyî bûn. Welatiyê bi navê Ahmet Tunc bertek nîşanî vê rewşê da û got: " Piştî ku ev santral çêkirin û şûnde me tiştek nexwar û nedît."   * Tê xwestin ku 5 herêmên Colemêrgê veguherînin qada madenê. Gundiyên li dijî qada madene bi bertekin, diyar kirin ku gelo wê ev qad çi feydeyê bidin wan.    * Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ku duh li dijî şewata daristana Çiyayê Cudî dest bi çalakiya rûniştinê kir, di roja duyemîn de çalakiya xwe didomîne. (09:00 17:00)   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî geşedanên hefteyî li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * ESP û HDK wê li dijî binçavkirina siyasetmedarên ku di nav de Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu û endam û rêveberên ESP’ê hene li pêş Edliyeya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11:00)