Santrala termîkê hilberîn kêm kir û dar hişk kirin! 2020-09-11 09:06:37 ŞIRNEX - Ji ber bandora neyînî ya santrala termîkê ya li navçeya Silopiyê hat çêkirin, zebze û fêkiyên ku îsal çêbûn an riziyan an jî xerabûn. Welatiyê bi navê Ahmet Tunc bertek nîşanî vê rewşê da û got: " Piştî ku ev santral çêkirin û şûnde me tiştek nexwar û nedît."   Li Tirkiyeyê, di salên 90’an de bi polîtîkayên herêm bêmirov hiştinê bi hezaran gund hatin valakirin, şewitandin, mirov neçar man ku koç bikin û bi hezaran welatî jî rastî zext, tundî û îşkenceyan hatin. Bi taybetî jî di serdema desthilatdariya AKP’ê de bi çêkirina bendavan, HES’an û Santralên Ceyranê zirareke mezin dide xwezaya herêmê. Li Şirnexê, di navbera bajarokên Bêspin û  Gite yên navçeya Silopî de, santrala termîkê  ji bo xweza û jiyana mirovan bûye xetereyek mezin. Ssantrala elektrîkê ya ku girêdayî Şîrketa Ciner ku bi nêzikbûna xwe ya bi hukûmetê re tê zanîn, di sala 2009’an de bi destûra hilberîna 2004’an de hat dayîn. Santrala ku bi qasî 10 salan dixebite, bi taybetî li Çiyayê Cûdî bû sedema qetlîamek mezin a xwezayê. Du lûtkeyên herî bilind ên Cûdî ji ber santrala termîkê hema hema bi tunebûnê re rûbirû ne.    Di heman demê de gundên derdorê jî, ji ber santrala termîkê bi zirareke mezin re rûbirû ne. Yek ji van gundan jî gundê Cifanê yê girêdahî Şirnexê ye. Gundiyên ku berî 10 sal ji  darên fêkiyan hilbirîn kom dikirin, di van 5 salên dawî de ji ber bandora Santrala Termîkê fêqiyên wan xirab dibin, an jî dirizin. Ji welatiyên gund Ahmet Tunc têkildarî mijarê axivî û got: "Ji ber Santrala Termîkî darên me zirarên mezin dîtin. Em tu salan evqasî zirar nedîtibû."   ‘DARÊN ME HIŞK BÛN NEMA FÊQÎ DIDIN’   Tunc, diyar kir ku ligel çêkirina santrala termîkê darên wan hişk bûn û wiha bilêv kir: “Piştî ku ev santrala termîkê çêkirin, dar, bax û baxçeyên me zirareke mezin ditin. Tiştek ji me re nehiştin. Darên me hişk bûn. Nema feqî didin. Her hilbirîneke me, îsal an xerabûyî bû û yan jî riziya. Dexl û danên me ji vê zirar dîtin. Di dema xwe de xoxên me wekî zêran bûn. Ji her darekê xoxê me bi dehan qase hilberîn peyda dikirin. Piştî ku ev santral hat çêkirin û şûnde  me tiştek nexwar û nedît. Îro bi hezaran TL’an em xusirîn e.”   ‘XWEZAYA ME JEHRÎ DIKIN’   Tunc, anî ziman ku li herêmê li gel çêkirina santralên termîk xwezaya wan hêdî hêdî tune dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li li gundê me êş jî peyda bûye. Em newêrîn di nav her xwarinekî de fêqî û zebze bikar bînin. Ji ber ku zirar e. Berê gundê me xweş bû, her fêqiyek, her zebzeyek lê çêdibû. Lê xwezaya me talan kirin, jehr kirin. Me firîngiyên xwe ji her derê re dibirin. Lê niha tişteke wisa tune ye. Mirovên me dişewitine, zarokên me dişewtin in. Divê vê santrala termîkê ji wir rakin û bila bes zirara bigihîje me.Her çar aliyên me kirine qereqol û xwezaya me jî jehr dikin."   MA / Zeynep Dûrgût