Girtiyê nexweş û 81 salî 6 meh in nebirine nexweşxaneyê 2020-09-11 09:07:28   AMED - Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 81 salî, diyar kir ku gelek nexweşîn li bavê wê peyda bûne lê belê 6 meh in wî nabin nexweşxaneyê.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 81 salî, têkildarî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’an de hatibû girtin. Ozkanê 81 salî û nexweş, 024 sal in girtiye û heya niha li 7 girtîgehan maye û niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye. Ew û kurê xwe Ahmet Ozkan di heman qawîşê de ne. Çendî ku Ozkan nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike jî dîsa nayê berdan.    Keça Ozkan, Selma Ozkan der barê rewşa bavê xwe de axivî.   Ozkan, diyar kir ku di 9’ê Îlonê de çûne hevdîtina girtî ya bavê xwe û got: “Nexweşiyên bavê min yên dil, tansiyon, guatir a bi jehr, helîna hestiyan, nexweşiyên rûvî û gurçikan, pirsgirêkên dîtin û bihîstinê, hişwindakirin û hwd hene. Bavê min ê ku hefteyê 3 rojan dibirin nexweşxaneyê, niha 6 meh in nabin nexweşxaneyê. 6 meh in dermanên wî nehatine guhertin. Her tim heman dermanan dinivîsin. Dermanan jî hevalên cem wî dinivîsin û didin gardiyanan. Gardiyan dibin didin bijîşk û bijîşk jî reçeteyê dinivîse. Hewceye li gor rewşa wî dermanên wî bên guhertin. Tansiyona bavê min birayê min dipîve û dinivîse, pişt re dide gardiyanan û wisa didin bijîşk. Nikare xwarinê jî zêde bixwe. Nêzî 13 heb nexweşiyên wî hene."   Ozkan xwest ku pirsgirêkên girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş bibe rojev û bang li her kesî kir ku bi hestiyarî tev bigerin.