Xwişka Akman a di rojiya mirinê de bang li Wezareta Dadê kir 2020-09-11 09:08:30 ÎZMÎR - Dîdem Akman ku ji bo sewqî Girtîgeha Jina ya Sîncanê bê kirin 207 roj in di rojiya mirinê d eye. Xwişka wê Ayten Akman, diyar kir ku tenduristiya xwişka wê qet nebaş e û ji bo daxwaza xwişka wê pêk bê bang li Wezareta Dadê kir.  Dîdem Akman ku ji bo j Girtîgeha Jina ya Şakranê sewqî Girtîgeha Jina ya Sîncanê bê kirin, 207 roj in di rojiya mirinê de ye. Her diçe tenduristiya wê xirabtir dibe. 9 roj berê bêyî daxwaza wê ew bi zorê rakiribûn nexweşxaneyê. Lê belê Akmanê tedawî red kir. Xiwişka wê Ayten Akman, diyar kir ku divê daxwaza xwişka wê bê qebûlkirin û got: "Dixwazim xwişka min bibin cihekî ku karibe nefesa wê derkeve."    ‘HÊDÎ HÊDÎ MIN DIKUJIN'    Akman, anî ziman ku tenduristiya xwişka wê pir xirab bûye û got, şert û mercên Girtîgeha Jina ya Şakranê qet nebaş in. Akman, bilêv kir ku qawîşa ku xwişka wê lê dimîne, cihê girtiyên cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û got: "Xwişka min tiştên heqê wê bûn bid ets nexist û 4 sal û nîv e nikare hewayê bigire. Rojê saetekê diçe hewadariyê û di hcureyeke 5 gavî de dimîne. Xwişka min ji ber van şert û mercên xirba dest bi rojiya mirinê kir. Xwişka min ji diya min re got, 'Heger min dest bi rojiya mirinê nekirina herî zêe min ê karibûya 3 salan bijiya. Dewlet, hêdî hêdî min dikuje.' Heger mirovek sûcekî bike, dewlet ceza lê dibire. Lê belê gava tu girtî bî, dewlet mecbûr e mafê te yê jiyanê biparêze."    ‘TENÊ DIKARE BI MIŞKAN RE PÊWENDIYÊ DEYNE'    Akman, anî ziman ku xwişka wê di nameyeke xwe de ku ji hevala xwe re şandiye bal kişandiye ser şert û mercên girtîgehê û got: "Xwişka min ji hevala xwe re gotiye, 'Li vê derê nefesa mind ernayê. Mişkek tê hucreyê û ez bi mişk re diaxivim. Mişk tê deng mengina derdixe. Tenê ez bi mişk re pêwendiyê datînim. Her roj firdikên nan didim berê. Lê piştî min dest bi rojiya mirinê kir, êdî nan jî nayê û ji ber ku firdikan danaynim, hew tê. Min ji bo çûkan firdik datanîn ber paceya xwe. Herî dawî beriya dest bi rojiya mirinê bikim, min di meha Sibatê de çûk dîtibûn.'"    PÎVANÊN DI HIQÛQÊ DE TUNENE    Akman, anî ziman ku rêvebirên Girtîgeha Şakranê bi taybetî hatine hilbijartin û got, girtîgehê li gor xwe hin pîvanên hiqûqî çêkirine. Akman, anî ziman ku berpirsiyarê kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin Wezareta Dadê ye.    REWŞA WÊ QET NEBAŞ E    Akman, anî ziman ku rewşa xwişka wê qet nebaş e û got: "Duh, bijîşkê wê got 'heger dev ji rojiya mirinê bernede, wê laşê wê hew tedawiyê qebûl bike.' Xwişka min ji ber birînên di devê wxe d enikare biaxive. Guhên wê baş nabihîsin û çavên wê baş nabînin. Bûye 33 kîlo û êdî nikare li ser pêya bisekine. xiwşka min ji her kesî re dibêje nikare bêhmê istîne. Ji kerema xwe bila wê bibin cihekî ku karibe nefesê bistîne. Daxwazeke me ya wekî ya tehliyeyê tuneye. Em ji kesî tiştekî parsê nakin. Tenê heqê di qanûnan de diyar kirî bidin. Qawîşa ku Dîdemê lê dimîne tu mirov nikarin lê bimînin."    Akman, ji bo xwişka wê sewqî Girtîgeha Jina ya Sîncanê bê kirin bang li Wezareta Dadê kir û got: "Ji kerema xwe daxwaza xwişka min pêk bînin. Xwe li kerîtî, korîtî û lalîtiyê danyenin. Hûn ê nizanibin pêdiviya kê bi edaletê heye. Kesên xwe li korîtiyêd atînin dibe ku sibê pêdiviya wan bi edaletê hebe."    MA / Esra Solîn Dal