Bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY da: Hevjînê min di binçavan de hat windakirin 2020-09-11 09:33:45 ÊLIH – Turkan Yetîşen a hevjînê wê Ahmet Yetîşen di 1994’an de li Êlihê hat windakirin bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo Neteweyên Yekbûyî da û got: “Hevjînê min li ber çavê zarokên min di binçavan de hat îşkencekirin. Ew di binçavan de hat windakirin.”    Malbatên kesên di salên 1990’î de di binçavan de hatin windakirin, ji ber ku li hiqûqa navxweyî ya Tirkiye rêyên hiqûqê neman û encam jê negirtin, dozên xwe veguhestin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME.) Di van dosyeyên dozên veguhestin DMME’yê di gelek dosyeyan de Tirkiye hat mehkûmkirin. Hêj hin dosye li benda encamê ne.    Di navbera salên 2014 û 2018’an de 30 malbatî serî li Koma Xebatê Ya Windakirina Bi Darêzorê û Li Dijî Îradeyê  ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Revandin dan û xwestin hestiyên xizmên werin dîtin û kuejr werin darizandin.    Koma Xebata NY’yê li ser van serlêdanan ji Tirkiyê derbarê aqûbeta kesên hatine windakirin de agahî xwest. Tirkiyê ji van navên hatine windakirin tenê agahiyên derbarê Fehmî Tosûn, Ahmet Akbaş, Abdulselam Çelîk, Abdullatîf Yagizay, Ahmet Yetîşen, Hiznî Bîlmen, Ahmet Ustun, Kemal Bîrlîk û Ahmet Şahîn bersiva Koma Xebatê da.    Koma Xebatê di 21’ê tebaxê de bi nameyek rewşa dawî ji xizmên windayan re ragihand. Bersivên Tirkiyê dabû jî bi nameyê re ji malbatan re hatin şandin.    Yek ji van windayan ji bo wî serlêdan hat kirin Ahmet Yetîşen ê di 14’ê mijdara 1994’an de li Êlihê di binçavan de hat windakirin e û Tirkiyê di bersivdayîna ji bo Yetîşen de îdia kiriye ku ew beşdarî PKK’ê bûye û kes di bin şertên jiyana wî bixe talûkeyê winda bûye.    LI BER ÇAVÊ WÎ ÎŞKENCE LI BAVÊ WÎ DIKIN    Dema ku Yetîşen di binçavan de tê windakirin lawê wî Hanefî Yetîşen ê wê çaxê 14 salî ne herî dawî wî dibîne. Yetîşen da zanîn ku beriya bavê wî were binçavkirin endamên JÎTEM’ê bi ser mala wan de digirin lê bavê wî ne li mal e û pişt re wî binçav dikin. Yetîşen diyar kir ku ew ji ber dozên derbarê wî de hatine vekirin neçar maye derkeve derveyî welat û got: “Wextê bi ser mala me de girtin ez hîn zarok bûm. Bavê min ne li mal bû di şûna wî de min binçav kirin. Bi qûndaxên sîlehan li min dan. Min got dilê min kun e hin bêtir bi ser min ve hatin. Ji bo bavê min bibînin min li kuçeyan gerandin. Pişt re min birin navenda binçavkirinê. Dema bavê min anîn cihê binçavkirinê min wî bi awayê asqiyê Fîlîstînê de dît. Li ber çavê min îşkence li bavê min kirin.”    'CIHÊ GORA WÎ BÊJIN’    Hevjîna Yetîşen, Turkan Yetîşen jî da zanîn ku hevjînê wê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hatiye revandin û ji wê çaxê heta niha em têkoşîna hiqûqî birêve dibin. Yetîşen anî ziman ku dadgeh bi israr şahid dixwaze û kurê wê bi xwe şahidê bûyerê ye. Yetîşen diyar kir ku hevjînê wê di serdema waliyê Êlihê Salîh Şarman de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û îşkence lê hatiye kirin û got: “Temam baş e, we hevjînê min binçav kir, heke sûcê wî hebe çima we wî nexist girtîgehê. Êşa wî wek duh taze ye. Hêj çavê min li rê ye û ez li benda wî me. Hemin we wî revand û kuşt cihê wî bêjin. Cihê gora wî bêjin.”    'DIVÊ BI MALBATAN RE HEVDÎTIN BIKIRA’    Yetîşen bertek nîşanî Serokê DMME’yê Robert Spano ku hat Tirkiyê û bi malbatên bi binpêkirina mafan re rûbirû mane hevdîtin nekiriye da û got: “Divê bi hemû malbatên windayan re hevdîtin bikin. Çima tiştên qewimîne ji me guhdar nakin. Neteweyên Yekbûyî ji me agahî dixwaze. Tenê wêneyek hevjînê min bi me re heye, ev wêne tenê delile ji bo Neteweyên Yekbûyî.”    BERTEK NÎŞANÎ BERSIVDAYÎNA TIRKIYÊ DA    Yetîşen bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY’yê da û got: “Tirkiye revandin, windakirin û kuştina hevjînê asayî nîşanî Neteweyên Yekbûyî dide. Windakirina wî qebûl nake, lê belê dibêje winda ye. Hevjînê min tevlî PKK’ê nebûye. Hevjînê min li ber çavê kurê min hatiye îşkencekirin. Kurê min şahid û delîl e. Ew di binçavan de hat windakirin. Yên herî dawî wî dîtine jî endamên MÎT’ê ne.”    Ahmet û Nûrûllah jî ji bo aqûbeta bavê xwe ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku zorê bide Tirkiyê.    MA / Metîn Yoksû