Unsal ji bo Akman a di rojiya mirinê de ye bang kir 2020-09-11 10:24:13   ÎZMÎR  - Parêzer Aytaç Unsal ketibû rojiya mirinê û heftiya derbasbûyî hatibû berdan, ji bo Dîdem Akman a di rojiya mirinê deye û rewşa tenduristiyê wê krîtîk bûye banga hestiyarê kir.    Parêzer Aytaç Unsal ê di 3’yê Sibatê de, bi daxwaza “Darizandinek adîlane” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û di roja 63’yemîn de çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê û piştî 214 rojan hatibû berdan, bal kişand ser rewşa Dîdem Akman a 206 rojin di rojiya mirinê de ye û di rojên derbas bûyî de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrt a Îzmîrê û banga piştevaniyê li  her kesî kir.    ‘ROJIYÊN MIRINÊ DEWAM DIKIN’   Unsal, diyar kir ku di saya têkoşîna hat dayîn, biryara berdanê ji bo wî hat dayîn û wiha axivî: “Bêhêviya hebû, me ji hemû cîhanê re ragihand. Bêhiqûqiya li ser me tê ferzkirin, kêm jî be hat derbaskirin û neçar man ku biryara berdanê bidin. Dibe ku min rojiya xwe ya mirinê bi dawî kiribe, lê li welat hîna jî çalakiyên rojiya mirinê dewam dikin. Çalakiya Dîdem Akman di roja 206’emîn de ye. Niha li nexweşxaneya Yeşîlyûrt a Îzmîrê çalakiya xwe dewam dike. Rewşa tenduristiya krîtîk bûye.”    ‘EM DÎDEM BIDIN JIYÎN’   Unsal, dest nîşan kir ku Akman jî mîna wan di hucreyekê nexweşxaneyê de bi darê zorê digirin û wiha bilêv kir: “Tekane daxwaza Akman ew ku sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Sîncanê bê kirin e. Li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Şakranê tenê saetê dikarin derkevin baxçe û hewayê bistînin. Mafê xwe yê dan û standina hewayê dixwaze. Dîsa Akman di hevdîtinan de, dixwaze ne tenê bi kesekê re, bi hemû ferdên malbatê re hevdîtinê bike. Ji xwe ev di qanûnan de heye. Ev mafên herî bingehînin. Dîdem niha nikare bi axive û bi meşe. Êdî gehiştiyê ber sînorê mirinê. Ji ber vê divê em dengê dîdem bidin bihîstin. Divê bi awayekê bi hêz em ji bo wê qîr bikin. Ez bang li hemû dostan dikim. Werim em Dîdem Akman bidin jiyîn. Ji bo ku daxwazên wê tavilê bên qebûlkirin, em bibin hêvî.”