Dayîka Şûle Îdîl Dere: Ji bo ku edalet pêk bê, ez ê herim her derê 2020-09-11 10:56:03   STENBOL - Dayika Şûle Îdîl Dere ya qemyona kolandinê ya şaredariyê lêxist û jiyana xwe ji dest da Nesrîn Aslan, diyar kir ku berpirsiyarên resen ên têkildarî mirina keça wê nehatin darizandin û got: “Ezê doza keça xwe bibim DMME’yê. Ji bo ku edalet pêk bê, ezê herim her derê.”   Xwendekara Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) Şûle Îdîl Dere (23), di 12’yê Adara 2016’an de li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê di dema ku li parkê dimeşiya qamyona kolandinê ya aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) lêxistibû û jiyana xwe ji dest da de hatibû.   Di 17’emîn danişîna doza derbarê mirina Dere hatibû vekirin de, guh biryar hat dayîn. Bi vî awayî doz piştî 4 salan bi encam bû. Di danişîna biryarê de ji bo xebatkarê ÎBB û ÎSTAÇ’ê ajokar Mumîn Kiliç 3 sal û 10 meh, ji bo xebatkarên din Îbrahîm Rûhî Kellecî 2 sal û 11 meh û ji bo Zafer Karasaçli jî 2 sal û 1 meh ceza hat birîn. Di heman demê de ji bo Teyfûr Bîngol, Saffet Altındag, Ergun Ata û Kamil Celal Yildirim biryara beraetê hatibû dayîn.      BERPIRSIYARÊN RESEN NEHATIN DARIZANDIN   Dayika Dere Nesrîn Aslan têkildarî biryarê axivî û wiha got: “Ji destpêka dozê ve, berpirsiyarên resen ji aliyê walîtiyê ve hatin parastin. Ji ber vê berpirsiyarên resen nehatin darizandin. Bersûcên ji çavên xwe derxistibûn hatin darizandin. 8 caran rapor hat xwestin. Pêvajoyekê têkbirina mirovan bû. Di her danişînê de, min roja cenazeyê keça xwe jiya. Pêvajoyek pir zor û zehmet bû. Têkildarî encama dozê tu hêviyekê min tune bû. Ji bo encamê jî ez qet şaşwaz ne bûm. Çawan dest pê kirin, wisan jî bi dawî kirin. Ji bo ku edalet pêk were, çi bê xwestin ezê bikim. Walî berpirsiyar parastin. Êdî li vî welatî baweriya min bi edaletê nayê.”    WÊ DOZA KEÇA XWE BIBE DMME’YÊ    Aslan, da zanîn ku wan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li benda biryara Qanûna Bingehînin. Ev 3 salin ez benda bersivê me. Lê tu pêşketin tuneye. Piştî bersiva Dadgeha Qanûna Bingehîn ezê serê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidim. Ji bilî vê tu rê û çareyekê min a din tuneye. Ji bo ku edalet pêk bê, ber bê xwestin ezê herim fezanê jî. Ezê tu carî dest ji vê fikra xwe berendim. Ezê destûr nedin ku dosyeya keça min bi vî awayî bê girtin.”