Qedexeya Walîtiyê ji bo AKP’iyan ne derbasdare! 2020-09-11 12:40:16   WAN - Li Wanê, qedexeya lidarxistina çalakî û bernameyan a piştî OHAL’ê ket meriyetê di roja 391’emîn de ye. Ev qedexeya walîtiyê tenê ji bo çalakiyên partiyên mûxalîf û STO’yan derbas dare, lê bi tu awayî çalakî û bernameyên AKP’ê nayin asteng kirin.    Walîtiya Wanê, piştî hewldana darbeya eskerî ya 15’ê Tîrmehê, bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) ji 21’ê Mijdara 2016’an ve her 15 roj carekê bi awayeke pergalî hemû bername û çalakiyên li bajêr bên lidarxistin qedexe dike. Qedexeya piştî OHAL’ê ket meriyetê di roja 391’emîn de ye û bi tu awayî destûr nayê dayîn ku partiyên mûxalîf û rêxistinên civaka sîvîl mafê xwe yê bername û çalakiyê li dar xistin bi cih bê anîn.    QEDEXE TENÊ JI BO AKP’IYAN NE DERBASDARE   Lê ev qedexeya walîtiyê tenê ji bo AKP’iyan ne derbas dare. Di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de jî, AKP’ê hemû çalakî û bernameyên xwe yên li bajêr beyî ku bên astengkirin û qedexekirin hatin lidarxistin. AKP ligel qedexeya heyî jî wê sibe kongreya Rêxistinê xwe ya Navçeya Rêya Armûşê li dar bixe. Ji bo kongreyê qada Cadeya Cûmhûriyetê ya aîdê şaredariyê ye, ji AKP’iyan re hat veqetandin. Li qadê niha amadekariyên kongreye tên kirin.