Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Divê mûçeyê xebatkarên tenduristiyê di ser sînorê xizaniyê de be 2020-09-11 14:45:16   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê, diyar kir ku ji bo kedkarên tenduristiyê heqê xwe bigirin divê mûçeyê wan di ser sînorê xizaniyê de be.   Platforma Tenduristiyê ya Amedê, derbarê daxwazên kedkarên tenduristiyê û pergala performansê de li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên platforma tenduristiyê û Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya beşdar bûn. Di daxuyaniyê de kedkarên tenduristiyê dovîzên “Ji bo mafê ebe û perastara em deng derdixînin” , “Me çepikan nê wazenî, me heqê xo wazenê” , “Nobetên şevê bila 2 wardiya werin hejmartin” û “Em dixwazin wek mirovan bijîn û bixebitin” rakirin û pankarta “Em ne kole ne tenduristvan in, em performans na destmiza bingehîn dixwazin” vekirin.    ‘DESTHEQÎ KU WEKE MIROVAN PÊ BIJÎN DIXWAZIN’   Di daxuyaniyê de Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya axivî û bal kişand ser belavbûna nexweşiya vîrûsa coronayê û wiha got: “Em bi awayekî zêde pandemiyê dijîn. Xebatkarên tenduristiyê dimirin. Şertên me yên xebatê gelek zor in. Xebatkar di şert û mercên zor de ked didin. Em mafê xwe dixwazin. Destheqekî ku weke mirovan pê bijîn dixwazin. Heta ku dengê me were bihîstin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘XEBATKARÊN NEXWEŞXANEYÊ KÊM IN’   Piştî Yerlîkaya Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldiken axivî. Guldîken, diyar ki rku divê karkerên taşeron jî xebatkarên ku sermayeya veberhênanê negirin jî bixin nav ekîba xizmeta tenduristiyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo kedkarên tenduristiyê heqê xwe bigirin divê mûçeyê wan di ser sînorê xizaniyê de be. Dahatên li gor performansê tên dayîn derbasdar in. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya îmtiyaz û cihêkariyê di rêveberiyên nexweşxaneyan de wek mobing û rewşên keyfî xwe didin nîşandan. Ji ber Nexweşxaneya Selahattîn Eyubî personel kêm in ji navçeyên derve bi awayekî derbasdar personel anîne.”   ÎHMALÊN RAYEDARAN   Guldîken, destnîşan kir ku li Amedê her roj 5 xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa coronayê (covîd-19) dikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gor agahiyên ku heta niha me bi dest xistiye 580 xebatkarên tenduristiyê enfektebûne. 7 hevalên me yên xebatkar ji ber covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane. Ev hemû ji ber îhmalên rayedaran û nêzîkatiya keyfî û cihekariyê wiha zêde bûn. Em dibêjin ku riya çareseriya van hemû neyîniyan di aqilê hevpar de derbas dibe.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Tenduristvan in mafdar in em ê serbikevin” bi dawî bû.