ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-12 09:00:15   * Rêveberê gelek partiyên siyasî yên li Amedê, diyar kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe û gotin: “Divê çareserî demildest bê pêşxistin û ji bo vê jî pêwîstî bi demokrasiyeke bingehîn heye.”    * Helbestvan Ahmet Tellî ku di dema Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de ji mamostetiyê hatibû îxrackirin got: "Faşîzma 12'ê Îlonê hîn jî di nava jiyana me de ye, hîn jî li kuçeyan e û hatiye ketiye nava mala me." Akademîsyen Cenk Yîgîtler ku piştî 15'ê Tîrmehê hat îxrackirin jî got, xelasiya ji kevneşopiya darbeyî, bi tevgereke aştiyê ya civakiyî û xurt pêkan e.   * Selvî Îlker anî ziman ku kurê wê yê nexweş ê girtî Ekîm Polat ketiye greva birçîbûnê û bang kir: "Naxwazim kurê min bimire."    * Mûstafa Sonmez ji bo gotinên Erdogan ên der barê BES'ê de gotin: "Tişta divê der barê wê de biaxive, betalî ye." Parlementerê HDP'ê Garo Paylan jî got, her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt kêm tên helandin.   * Karkerên ku ji ber endamên Bîrleşîk Metal-Îşê bûn ji kar hatin derxistin, 48 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin. Karkeran destnîşan kirin ku ji bo xwedî li keda xwe û pêşeroja xwe derkevin ji xeynî berxwedanê wekî din tu çareya wan nemaye.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, Midûrê DEDAŞ'ê yê Amedê yê berê Nîhat Nûrbakî yê ku gotibû "Jinên ku pereyên wan tunene, fatûreyên wan bi têkiliyeke zayendî tên sifirkirin" danî ser Serokatiya Daîreya Xizmetên bejahiyî.    * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, bal kişand ser şert û mercên tenduristkaran û got: "Gava tenduristkar bi şewba Covîd-19'ê dikevin kêfxweş dibin. Dibêjin 'qet nebe em ê 14 rojan bêhna xw evedin.' Yanî rewş ev qasî xirab bûye."    * Prof. Dr. Serhat Guvenç ji bo poltîkaya derve ya Tirkiyeyê ku mîlîtarîze bûye got: "Berteka YE'yê ya li dijî Tirkiyeyeke ev qasî mîlîtarîze bûye rast e. Heger hûn ji min bipirsin, heta berteka tê dayîn pir qels e."    * Çalakiya li dijî şewata Çiyayê Cûdî ya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş dabû destpêkirin dê beşdariya komek parlamenterên HDP'ê bidome. (09.00-17.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya salvegera 40'emîn a darbeya 12'ê Îlonê li cihê ku darbe lê hat ragihandin li ber Radyoya TRT'ê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)    * Platforma Zimanê Kurdî rapora hiqûqî ya ji bo zimanê kurdî amade kirine dê li Cemiyeta  Rojnamevanan bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (11.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan pirs bikin dê di hefteya 807'emîn de li ser medya civakî çalakiya xwe bidomînin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê çalakiya "Winda li ku ne, bila kujer werin darizandin" bi rêya vîdeoyê li dar bixe. (12.00)   * Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi boneya salvegera 12'ê Îlonê dê li Kadikoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Komemelya 78'an a Şaxa Amedê bi boneya salvegera darbeya 12'ê Îlonê dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. ( 13.00)   * Aktîvîstên mafên mirovan dê li Stenbol û Enqereyê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)