Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin 2020-09-12 09:00:53 STENBOL - Karkerên ku ji ber endamên Bîrleşîk Metal-Îşê bûn ji kar hatin derxistin, 48 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin. Karkeran destnîşan kirin ku ji bo xwedî li keda xwe û pêşeroja xwe derkevin ji xeynî berxwedanê wekî din tu çareya wan nemaye.    10 karkerên ku ji Fabrîkeya Ozer Elektrîkê ya Dîlovaya Kocaeliyê dişixulîn, ji ber ku endamên Sendîkaya Bîrleşîk Metal-Îşê bûn di 27'ê Tîrmehê de ji kar hatin derxistin. Piştî vê karkeran jî li ber fabrîkeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Karker Yûsûf Çakir, anî ziman ku ji roja dest bi kar kirine heya niah mesaiya wan nehatiye razandin û ji ber dawa mesaiya xwe kirine kardêr ji wan re gotiye, "Ji ber me heqê mesaiya ranezandiye nêzî 18 hezar qezenca me çêbûye." Çakir got: "Ev tê wateya xapandina dewletê. Bi vî awayî bac nayê dayîn û ked tê xwarin. Gelek fîrmayên bi vî rengî hene."    ‘HEQARET DIKIRIN'    Çakir, anî ziman ku lewma wi çarçoveya kar û barên sendîkayî de xwestine pirsgirêkê çareser bikin, lê belê ji ber ku endamên sendîkayê bûne ji kar hatine derxistin. Çakir, bilêv kir ku heqê mesaiya u mehan û mehaneya xwe jî negirtine û got kardêr ji wan re gotiye: "Qethiyen em ê evana nedin. di warê hiqûqî de rêya we vekiriye." Çakir, destnîşan kir ku tiştên hatine kirin dijî hiqûqê ne û xwestine vê yekê bînin ziman lê belê, heqaret li wan hatiye kirin.    ‘EM MECBÛR IN LI BER XWE BIDIN'    Çakir got: "Ji bo em xwedî li pêşeroja xwe û pêşeroja zarokên xwe derkevin em li ber xwe didin. Em dikarin bi berxwedanê bi ser bikevin. Em mecbûr in li ber xwe bidin. Em niakrin bi awayekî şexsî heqên xwe bi dest bixin. Divê em wekî çîna karkeran dawa heqê xwe bikin."    ‘EM Ê PÊŞÎ LI BER SENDÎKABÛYÎNÊ VEKIN'    Karker Sûat Guneş jî anî ziman ku tenê qismê meaşê kêmtirîn li bankeyê dihat razandin û ji bo îtiraz bikin bûne endamên sendîkayê. Guneş, bilêv kir ku ji ber doza heqê xwe kirine ji kar hatine derxistin. Guneş, diyar kir ku berî ji kar bên derxistin kardêr ji wan re gotiye, "Ez êw e bi sûcekî werê ji kar bavêjim, da ku hûn ji niha û pê ve nikaribin li tu derê bixebitin." Guneş got: "Em bêdeng neman. Ne 48 roj, 480 roj be jî em ê li ber vê deriyî bisekinin. Em ê dawa heqê xwe bikin. Çimkî me li sendîkayê çirûskek pêxist. Ji niha û pê ve em ê hewl bidin ku li hemû fabrîkeyan pêşî li ber sendîkabûyînê vekin."    Guneş bang li hemû karkeran kir: "Ji sendîkabûyînê netirsin. Sendîka mafê me yê qanûnî ye. Em nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin."    ‘ME ÇIRÛSK PÊXIST'    Karker Yaşar Akgun jî anî ziman ku bi her awayî li ber xwe didin û got, hevalên wan ên kar jî destekê didin wan. Akgun, diyar kir ku eskerê ku kardêr wî kiriye amîrê îdarî ji bo li fabrîkeyan sendîkabûyînê ji holê rabike tev digere û got, hin hevalên wan ên nikaribûne îdare bikin ji sendîkayê îstifa kirine. Akgun got: "Em ê bi ser bikevin. Em ê heqê xwe bi dest bixin."    AKgun got: "Her kes destekê dide. Lewma em kêfxweş in. Karkerên Ozer Elektrîkê tiştekî nû kirine. Me li vê derê çirûskek pêxist. Hêvîdar im her biçe zêdetir bibe. Akgun bang li karkeran jî kir: "Bila kes paş ve gav neavêje. Sendîka heq e, nayê dayîn tê stendin."    MA / Kadîr Guney