Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in 2020-09-12 09:02:34   STENBOL – Prof. Dr. Serhat Guvenç ji bo poltîkaya derve ya Tirkiyeyê ku mîlîtarîze bûye got: "Berteka YE'yê ya li dijî Tirkiyeyeke ev qasî mîlîtarîze bûye rast e. Heger hûn ji min bipirsin, heta berteka tê dayîn pir qels e."    Rageşiya li Rojhilatê Behra Spî ji zû de ye didome. Komîsyona Kar û Barên Derve ya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê, têkildarî mijarê li Brukselê civînek li dar xist. Wezîrî Kar û Barên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû jî tevlî civînê bû. Fransa jî ji bo hin mueyîdeyên de rbarê Tirkiyeyê de bi 6 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên peravên wan bi Behra Spî ve ne (Fransa, Îtal, Îspanya, Portekîz, Malta, Kibrisa Başûr, Yûnanîstan) li Korsîkayê civînek çêkir. Wê di 24-25'ê Îlonê de li Korsîkayê jî civîna Koseya Ewropayê bê çêkirin û tê gotin wê welatên endamên YE'yê bi heman helwestê tevlî vê civînê bibin. Gava mirov van geşedanan tîne ber çavê xwe, wisa xuyaye dê meseleya Rojhilatê Behra Spî heya meha Îlonê miajra herî zêde bê nîqaşkirin be.    Ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Kadîr Hasê Prof. Dr. Serhat Guvenç, sedemên rageşiya li Behra Spî û encamên wê yên muhtemel nirxandin.    XETA NETEWPEREST    Guvenç, bibîr xist ku ji ber erdhejên sala 1999'an navbera Tirkiye û Yûnanîstanê xweş bûye û got, ev serdema sakîn a di navbera her du welatan de girêdayî çend faktoran e. Guvenç, bilêv kir ku yek ji van faktoran jî namzetiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê û pêvajoya muzakereyê bû û got: "A din jî nexasim piştî krîza aborî ya 2008'an, Yûnanîstan bi temamî vekişiya qalikê xwe û pêşî li ser aboriya xwe hûr bû û neyteke wê ya ku ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêk tunebû. Yanî ji bo pirsgirêkên wê dorfirehtir nebin xwe ji Tirkiyeyê dûr xist, ji bo pirgirêkan. Tirkiye jî ji bo namzetiya YE'yê, polîtîkayeke ku bi cînaran re tu prisgirêk çênebin esas girt. Tirkiye di vê pêvajoyê de bêtir bala xwe dabû ser Rojhilata Navîn û ji ber îsyanên ereban Yûnanîstanê ji nav hedefên xwe yên ewil derxistibû. Lê belê piştî ku rengê netewperestiyê xwe li siyaseta Tirkiyeyê girt, tu bikî nekî meseleyên Ege û Behra Spî bêtir ketin rojevê û bêtir deng vedan."    TÊKILIYA BI YE'YÊ RE    Guvenç, bilêv kir ku pêvajoya YE'yê ya Tirkiyeyê ji binî ve bêbandor maye û got: "Tenê di du waran de têkiliya Tirkiyeyê bi YE'yê re maye. Yek ji vana jî peymana yekîtiya gumrikê ye ku di dema şerê sar de hatiye çêkirin û ya din jî peymana penaberan e. Ji xeynî van her du mijaran ne mimkun e ku mirov bi awayekî sazîbûyînî behsa têkiliya Tirkiye û YE'yê bike. Her wiha li Yûnanîstanê jî piştî Krîakos Mîçotakîs ku li ser siyaseta berê tev dgere, hat ser kar, nîşan da ku wê nêrîna wan a li Tirkiyeyê jî ne wekî ya berê be. Ev krîzên niha diqewmin jî çawa ku hikûmeta nû hat ser kar rû dan û di çapemeniya Tirkiyeyê de xwe da der ku dê avabejahiyê ya Behra Îyonê bibe 12 mil û heta wê ev yek li Gîrîtê jî bê pêkanîn."    HAT BINPÊKIRIN   Guvenç, destnîşan kir ku piştî Qadên Karbidestiyê yên Behrê hatin binpêkirin, aktoran jî dengê xwe bilind kiriye û got: "Yûnanîstan ku Qadên KArbidestî yên Behrê bin pê kirin, di aleyha Tirkiyeyê de polîtîkaya berfirehkirinê esas girt. Tirkiye jî di vir de daxilî nav krîza Lîbyayê bû. Geşedanên li Behra Spî, kir ku îqtidar di ser Lîbayayê re xwedî li rojeveke bi vî rengî derkeve û da der ku ji bo li Lîbyayê bigihê armanca xwe tev digere û wxest vê yekê bi raya giştî bide qebûlkirin. Jixwe di çaçroveya Kibrisê, di meseleya parvekirina çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilatê behra Spî de, ji ber pêngavine ku Tirkiye daxilî nav nayê kirin rageşiya niha xwe da der."    ÇEND SEDEMÊN BERTEKÊ HENE    Guvenç, bal kişand ser daxuyaniya welatên endamên YE'yê ku gotibûn "Divê Tirkiye bê mueyîdekirin" û got, çend sedemên bangawaziya welatên YE'yê hene. Guvenç, bilêv kir ku yek ji vana jî ew e ku Yûnanîtan ji sala 1981'ê ve endamê YE'yê ye û got: "Ya dudoyan jî di navbera welatên endamên YE'yê de peymana piştevaniyê heye. Yanî ev welat mecbûr in piştevaniya hev bikin. Ya sisêyan jî îmzevanên Hiqûqa Behrê ya Neteweyên Yekbûyî ne. Tirkiye ne îmzevanê bê hiqûqê ye. Îjar gava em evana gişan hesab bikin ne cihê şaşmayînê ye ku çima ev welat piştgiriya Yûnanîstanê bikin. Lê ev jî nayê wateya ku îdiayên Yûnanîstanê bi temamî tên destekkirin."    ‘POLÎTÎKAYEKE MÎLÎTARÎZEBÛYÎ'    Guvenç, anî ziman ku tişta muhîm a li Rojhilatê Behra Spî ew e ku Yûnanîstan li hêla Girava Mîlosê bi qasî 40 kîlometreyê Behra Spî wekî herêma aborî û bergeha parzemînê îlan kiriye. Guvenç, destnîşan kir ku Yûnanîstan di vî warî de desteka ku dixwest wernegirtiye û got: "Lê belê Girava Mîlosê, bi awayekî ku qadên karbidestî yên Tirkiyeyê yên li hêla Rojhilatê Behra Spî pir sînordar bike, derfetekê dide ber Yûnanîstanê. Îjar gava mesele tê ser vê welatên YE'yê pir ligel Yûnanîstanê nasekinin. Jixwe komîsyona jî diyar kiribû ku ev nexşe pozîsyona fermî ya YE'yê nade der. Lê meseleya sereke ew e ku, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê jî mîlîtarîze bûye. Berteka YE'yê ya li dijî Tirkiyeyeke ev qasî mîlîtarîze bûye rast e. Heger hûn ji min bipirsin, heta berteka tê dayîn pir qels e. Her hal amûrine YE'yê yên li ser Tirkiyeyê bandorê bikin nemaye, dibe ku ev yek ji ber vê be."    MA / Ferhat Çelîk