Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn 2020-09-12 11:51:09   AMED – Li navçeya Farqînê ku hejmara miriyên koronayê zêde bûne, Miftîtiya Navçeya Farqînê biryar girtiye ku selat kin werin xwendin.    Hat zanîn ku li navçeya Farqînê ya Amedê rojane nêzî 300 kes bi gumana vîrûsa koronayê diçe serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû ya Farqînê dide. Li nexweşxaneyê rojane 120 test tên kirin û ji van herî kêm testa 35 kesan pozîtîf derdikeve. 60 nexweş li nexweşxaneyê tên dermankirin û nêzî 2 hezar kesî jî li malên xwe di karantînayê de ne.    ÎDIAYA KU HEJMARA MIRIYAN WERE VEŞARTIN    Li ser zêdebûna mirinên zêde yên li navçeyê Miduriyeta Miftîtiyê ya Farqînê ket tevgerê û bi hêceta psîkolojiya şewba koronayê kêm bandora xwe nîşan bide biryara ku selat kin werin xwendin daye. Biryar li dîwarên mizgeftên navçeyê hatiye daliqandin. Tê îdiakirin ku Miftîtî bi vê biryarê mirinên zêde diqewimin ji raya giştî were veşartin.