Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike 2020-09-12 12:13:10   ENQERE  - Îtîraza berdana tecawîzkar M.A. yê ku li Kilîsê bi awayekê pergalî tecawîzî zaroka 15 salî kir û piştî 12 rojan girtî ma û şûnde hatibû berdan, bi hinceta “Mafê gilîdar ê ku îtîraz bike tuneye” hat rekirin.    Li Kilîsê berî 3 salan zilamê bi navê M.A. yê ku bi awayekê pergalî tecawîzî zaroka 15 sal E. O. ya kir, piştî 12 rojan girt ma û şûnde hatibû berdan. Îtîraza li dijî berdana tecawîzar hatibû kirin, bi hinceta “Mafê gilîdar nîne ku îtîraz bike” hat redkirin.  Parêzerê bersûc M.A. ligel ku pêvajoya îtîrazê bi dawî bibû jî, di 24’ê Tebaxê de serlêdana berdanê kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê di heman dîrokê de xwest ku bersûc M.A. bê berdan. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kîlîsê li ser daxwaza dozger derbarê tedawîzkar M.A. de biryara berdanê da bû.     Parêzerê E.O. Halîl Demîrcîoglû li dijî berdana M.A., di 26’ê Tebaxê de serî li Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Dîlokê da bû û îtîraz kiribû. Dadgeha ku serlêdana îtîrazê ya Demîrcîoglû nirxand, bi hinceta “Mafê gilîdar nîne ku îtîraz bike” serlêdana parêzer red kir.    Parêzer Demîrcîoglû, diyar kir ku dibin biryara berdanê de, heya 15 rojan mafê îtîrazkirinê nivîsandiye û wiha axivî: “Dadgeh dibeje ku ew mafê gilîdar ê ku îtîraz bibe nîne. Gelo kî gotiye gilîdar nikare îtîraz bike? Ger gilîdar nekare îtîraz bike, ma wê bersûc berdana xwe îtîraz bike? Di qanûn û hiqûqê de tiştek wiha tuneye. Ji xwe dibin biryarê de tê gotin ku mafê îtîrazkirinê heye. Bêguman wê parêzerên mexdûr vê biryarê îtîraz bikin. Ger ez vê biryarê îtîraz nekim, wê bersûc wan bê girtin. Min di 26’ê Tebaxê de îtîraz kir, di 11’ê Îlonê de ev bersiv ji bo min hat dayîn. Em dosya şandiye Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê. Emê bi her awayî mafê xwe yê îtîrazê bi kar bînin.”   MA / Dîren Yurtsever