Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin 2020-09-12 12:40:58   ENQERE – Birayê ciwanê kurd Bariş Çakan ê li Enqereyê hat kêrkirin û kuştin F.Ç. hat binçavkirin.    Li navçeya Etîmesgûtê ya Enqereyê di 31’ê gulanê de Bariş Çakan (16) ê kurd ji ber li stranên kurdî guhdar kir ji aliyê nijadperestan ve hatibû kêrkirin û kuştin. Birayê Bariş Çakan, F.Ç., bi çifteya otomatik B.A. yê roja bûyerê li cem kekê wî bûye birîndar kir. B.A. rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê. F.Ç. di depoyek xwe veşartibû de hat binçavkirin.    Midureiyeta Emniyeta Enqereyê têkildarî bûyerê ragihand ku F.Ç. bi amûra pê sûc kiriye hatiye binçavkirin û têkildarî bûyerê lêkolîn berdewam dike.