Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir 2020-09-12 13:17:20   ÊLIH - Ekîbên Şaredariya Êlihê, bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax ên li Taxa Bahçelîevlerê kirin. Welatiyên li taxê avahî kiribûn bertek nîşan dan.    Li Taxa Behçelîevler a Êlihê, piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, biryar da bû ku xaniyên qaçax hilweşîne. Lê ji ber bertekên zêde yên welatiyan ev biryar hatibû taloqkirin.  Ekîbên şaredariyê, bi piştgiriya polîsan serê sibê ketin taxê û dest bi hilweşandina avahiyan kirin.     Welatiyên li taxê avahî kirîbûn, bertek nîşanî müteahhit û ekîbên hilweşandinê dan. Piştî rageşiyek kurd, xebatên hilweşandinê dewam kir.