Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome 2020-09-12 13:19:25 NAVENDA NÛÇEYAN – Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî li cihê ku darbeya 12’ê Îlonê lê hatibû ragihandin bangî îqtîdarê kir û xwest ji bo pêşîlêgirtina darbeyan divê Qanûnek Bingehîn a ku demokratîkbûnê û azadiyan esas digire were çêkirin.  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di salvegera 40’emîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li cihê ku darbe lê hat ragihandin li ber avahiya Radyoya TRT’ê ya li Taskîsam Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Mafnas beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Di 40’emîn salvegera 12’ê Îlonê de ne darbe ne jî dîktatorî” vekirin.    ‘REJÎM OTORÎTER DIBE’   Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku darbeya 12’ê Îlonê didome û her ku diçe rejîma heyî ji rejîma 12’ê Îlonê dibihûre û otorîter dibe. Yolerî bangî îqtîdarê kir û xwest ji bo pêşîlêgirtina darbeyan divê Qanûnek Bingehîn a ku demokratîkbûnê û azadiyan esas digire were çêkirin. Yolerî got ew bang li AKP’êdikin ku bila eşkere bikin ew li dijî 12’ê Îlonê û darbeyan in.    TTB: 40 SAL IN ŞEWB NEQEDIYAYE    Konseya Navenda Odeya BijîşkênTirk (TTB) jî bi wesîleya salvegera darbeye daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 40 sal in welat bi şewbê tê birêvebirin û 40 sal in ev şewb neqediyaye. TTB’ê anî ziman ku nayê wê wateyê ku îqtîdar neyên guhertin û ew wek TTB’ê çawa duh li dijî 12’ê Îlonê û darbeyan bûn dê ji niha şûn ve jî li dijî 12’ê Îlonê û ferasete wê bin.    DBP: KIRINÊN ÎRO DEWAMA FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ YE    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi minasebeta salvegera darbeya leşkerî daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku darbeya 12’ê Îlonê li dijî nirxên mirovahiyê pêk hat û li awayê jiyana nû ya mirovahiyê hatiye ferzkirin. DBP’ê diyar kir ku di armanca darbeya 12’ê Îlonê de ewilî kurd û muxalîf hebû û bi darbeyê hat xwestin nasnameya kurdbûnê ji holê were rakirin. DBP’ê destnîşan kir ku serdema û kiryarên 12’ê Îlonê îro jî di dewrê de ne û ji wê rojê ve dest ji van polîtîkayan nehatiye berdan. DBP’ê got tiştên îro bi serê civakê ve tên encama faşîzma 12’ê Îlonê ye.   DÎSK: DARBE LI DIJÎ QADA KEDÊ PÊK HAT    Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi wesîleya salvegera darbeyê li ber Îskeleya navçeya Kadikoya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û rêveber û karker beşdarî daxuyaniyê bûn. Çerkezoglû daxuyanî da û darbeyê şermezar kir. Çerkezoglû diyar kir ku ew li dijî darbeya ku li ser qada ked û karkeran pêk hatiye ne û sendîkaya wan bedelên giran di serdema darbeyê de daye. Çerkezoglû got ew ê her li dijî darbeyê bin û têkoşîna xwe ya li dijî darbeyan bidomînin.