Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn 2020-09-12 13:55:45   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsin û daxwaza edalet û heqîqetê kirin.    Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê di hefteya 807’ de ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta kesên di darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.      Birayê Cemîl Kirbayir ê di sala 1981’an de li Qersê dibin çavan de hat windakirin Mîkaîl Kirbayir, di çalakiyê de axivî û got: “5 generalên di sala 1980’iyan de darbe kirin û dest danîn ser rêveberiyê, Tirkiye xistin nava zulûmatê. Em weke xizmên kesên dibin çavan de hatin windakirin, ev 40 salin li dijî vê zulûmatiyê têdikoşin. Kesên rastî dîtin, mirovên hemdem û şoreşger kirin binçavan û qetilkirin. Yek ji van kesên hatin qetilkirin birayê min Cemîl Kirbayir bû. Birayê min bi îşkenceyê qetil kirin. Ev 40 salin em têdikoşin. Ligel ku TBMM’ê rapor derxist jî, hîna jî îdîaneme nehatiye amadekirin. Qatilên wî dernexistin pêşberî darazê. Lê bila baş bê zanîn ku em ê tu carî dest ji lêgerîna aqûbeta windahiyên xwe bernedin.”    'DARBE KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YE’   Dûre xwişka Hayrettîn Eren ê di sala 1980’iyan de li Stenbolê dibin çavan de hat windakirin Îkbal Eren axivî. Eren, darbeya 12’yê Îlonê bibîr xist û wiha got: “12’yê Îlonê rûyê reş ê vî welatiye. Ewrên reş û tarî yên li ser welat ev 40 salin hene. Em îro jî bi qanûnên darbeyê tên bi rêve birin. Êdî rewş wisan bûye, darbe bûne kevneşopiya dewletê. Me bedelên pir giran dan, em hîna jî didin. Heskiriyên me bi îşkenceyan hatin qetilkirin. Lê ev 40 salin înkar dikin. Çi dibe bila bibe me tu carî ji bîr nekir û emê tu carî ji bîr nekin. Em tu carî ne bexşand û emê tu carî nebexşînin.”    'EMÊ DEEST JÊ BERNEDIN’   Biraya Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de li Stenbolê dibin çavan de hat windakirin Ahmet Cîhan jî, bal kişand ser bûyerên di 12’yê Îlonê de rû dan û wiha bilêv kir: “Darbeya “12’yê Îlonê di çarçoveya sermayedarên navneteweyî de, ji bo astengkirina têkoşîna demokrasiya ku bilind dibû, hat kirin. Bi vê darbeyê xwestin têkoşîna demokrasiyê asteng bikin. Heya ku dayik min jiyana xwe ji dest da jî daxwaza edaletê kir û li bendê ma ku edalet bê bicih anîn. Lê qatil hatin parastin û hîna jî tên parastin. 40 salên din jî derbas bibin, emê daxwaz bikin ku faîl bên darizandin û edalet bê bi cih anîn. Emê tu carî dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”    'EMÊ KESÊN QATILAN DIPARÊZIN EFO NEKIN’   Di heman demê de ji mirovên Şemiyê Ruhat Sena Akşener daxuyaniya vê heftiyê da û wiha got: “Em ê tu carî windakiriyên xwe ji bîr nekin. Divê rastiya 12’yê Îlonê derbikev holê. Ji bo ku ev pêk were, divê hestiyarbûnek civakî pêş bikeve. Emê kesên di îşkenxaneyên 12’yê Îlonê de hatin windakirin û qetilkirin ji bîr nekin. Emê kesên qatilan diparêzin jî tu carî efo nekin.”