'40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’ 2020-09-12 15:34:08 STENBOL – Hewldana 78’an a Stenbolê xwest di salvegera 40’emîn de darbeya 12’ê Îlonê şermezar bike lê polîsan çalakî asteng kir. Parlamenter Tulay Hatimogûllari got 40 sal berê jî bi heman rengî bû.    Hewldana 78’an a Stenbolê, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyê û Xebatên Hunera Dij bi wesîleya salvegera 12’ê Îlonê xwestin li Hevrazê Meydana Taksîmê daxuyanî bidin çapemeniyê, polîsan bi hêceta pandemiyê daxuyanî qedexe kir. Rêveberên HDP’ê û mafnas beşdarî çalakiyê bûn. Berdevkê Hewldana 78’an Celaletîn Can diyar kir ku maf û azadiya wan bingehîn tê astenkirin û tu ferqa astengiya îro û darbeya 12’ê Îlonê ji hev nîne.    Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari jî astengiya li pêş çalakiya wan şermezar kir û got: “Sepana ku îro em li vir pê re rûbirû mane tam jî wek 40 sal berê rejîma darbeya 12’ê îlonê wek hev e. Tiştek hatiye guhertin nîne.”