ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-13 09:00:13   * Rojnameger Berîtan Sarya der barê peymana lihevkirina MSD û Partiya Vîna Gel a bi Rusyayê re pêk hat de, nirxandin kir û got: "Hêzên navneteweyî êdî fêm kirin ku bêyî kurdan ev pirsgirêk nayê çareser kirin û îmzekirina vê peymanê tê wateya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye qebûlkirin."     * Cotkar Ridvan Ceylan ku li Geliyê Xursê debara xwe bi tutinvaniyê dike, bilêv kir ku ji ber kota û maliyeta zêde heqê keda wan bi dest wan nakeve.    * Berdevka NKP'ê Aycan Ozacan, anî ziman ku wê Santrala Nukleerê ya li Akkûyûyê tê çêkirin, bike ku Hewzeya Behra Spî bi mûtasyonê re rû bi rû bimîne.    * Nûnerên partiyên siyasî ji bo operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî ESP'ê gotin: "Pêngaveke qirkirina siyasî ye ku AKP-MHP bi çoyê hiqûqê kiriye." Her wiha nûneran destnîşan kir ku bi têkoşîneke yekbûyî dikarin bersiva êrîşan bidin.    * Piştî qeyûmê Mêrdînê hatibû guherandin, Mehtap Bîngul a ku ji aliyê qeyûmê berê li şaredariyê ahtibû bicihkirin, ji ber nelirêtî kirine ji peywirê hatibû girtin û niha jî kesê bi navê Abdûrrahman Şahîn anîne danîne şûna wê.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wanê Huseyîn Yavîç, bal kişand ser zêdebûna pêketiyên şewba Covîd-19'ê û got: "Heger bi vî rengî li dijî pandemiyê bitêkoşin, wê di zivistanê de encamên wê girantri bibin."    * Hevseroka Meclîsa Gel Pakîstan Bîlen, anî ziman ku li Mexmûra ku 14 meh in ambargo li ser e hem ji ber pandemiyê hem jî ji ber êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê fikarên wan zêde dibin û jib o rakirina ambargoyê bang li her kesî kir.    * Li Libyayê ji bo şerê navxweyî bi dawî bibe li Fasê di navbera hêzên Hafter û Serrac de peyman hat îmzekirin. Lê tevî peymanê jî hêj nediyariyek heye. Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, li ser rewşa Tirkiyeyê ya li Libyayê anî ziman ku li Tirkiyeyê valahiya otoriteyê heye û ji ber vê yekê ketiye Lîbyayê. Ozogurlu, ji bo komên çekdar ên paramîlîter ku Tirkiye ew ji Sûriye şandin Lîbyayê jî got: "Rewşa wan ne diyar e."