Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin 2020-09-13 09:05:44   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî ji bo operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî ESP'ê gotin: "Pêngaveke qirkirina siyasî ye ku AKP-MHP bi çoyê hiqûqê kiriye." Her wiha nûneran destnîşan kir ku bi têkoşîneke yekbûyî dikarin bersiva êrîşan bidin.    Nûnerên partiyên siyasî, bertek nîşanî operasyona li dijî Partiya Sosyalşst a Bindestan (ESP) ku di 8'ê Îlonê de hatibû kirin, dan. Di operasyonê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û 16 siyasetmedar hatibûn girtin.    TÛTAL: OPERASYON ENCAMA ZEXT Û ZORIYAN E    Berdevkê Partiya Çepgir a Keskan Sînan Tûtal, anî ziman ku her ku bloka îqtidarê qels dibe, ji bo pozîsyona xwe biparêze û xwe konsolîde bike, êrîşê dibe ser muxalefetê. Tûtal got: "Wê çewisandin û zorbetiya îqtidarê bi ser nekeve. Berê jî bi ser neke, wê niha jî bi ser nekeve. Wê piştevaniya me ya ji bo dostên me û hevrêyên me bidome. Heya ev zext ûz orî neqedin, heya li Tirkiyeyê rejîma demokrasiyê neyê avakirin em ê tim û tim ji bo têkoînê bang bikin."    PARTIYA ŞOREŞGER: BERSIVA ME ZELAL E    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, ji bo operasyonên AKP-MHP'ê anî ziman ku ji ber ku îqtidar hem li derve hem jî li hundir asê maye van operasyonan dike û got: "Ev êrîş li me hemûyan hatiye kirin. Li dijî êrîşan bersiva me zelal e. Hem li kuçeyan hem jî li hemû qadên jiyanê divê em li cem hev bin û têkoşînê bilind bikin. Tekane têkşikandina faşîzmê, têkoşîneke yekbûyî ya şoreşger e."    YUCE: DEMILDEST DIVÊ BÊN BERDAN    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî ji bo girtinan got: "Pêngaveke qirkirina siyasî ye ku AKP-MHP bi çoyê hiqûqê kiriye." Yuce, diyar kir ku siyasetmedarên hatine girtin hemû ji bo demokrasî û mafan têkoşîneke sosyalîst dikin û got: "Sosyalîst tu carî bêdeng nebûne û wê bêdeng nemînin. Demildest divê van êrîşên bi destê hiqûqê hatine kirin bi dawî bibin û demildest hevlên me bên berdaan."    MA / Nacî Kaya