Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan 2020-09-13 09:06:14   MÊRDÎN - Piştî qeyûmê Mêrdînê hatibû guherandin, Mehtap Bîngul a ku ji aliyê qeyûmê berê li şaredariyê hatibû bicihkirin, ji ber nelirêtî kirine ji peywirê hatibû girtin û niha jî kesê bi navê Abdûrrahman Şahîn anîne danîne şûna wê.    Waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman, di 16'ê Mijdara 2016'an de tayinî Şaedariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin û piştî hatibû tayinkirin Mehtap Bîngul ê danîbû ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê. Lê piştî di hilbiajrtina 31'ê Adarê de HDP bis er ketibû cardin şaredarî bi dest xistibû, rêveberiya HDP'î Bîngulê ji vê peywirê girtibû. Lê belê derket holê ku Bîngulê daîreyên aydê malbata xwe bi perenî zêde bi kirê daye şaredariyê. Di 19'ê Tebaxa 2019'an de piştî cardin qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, vê carê Gulîze Îpek a li ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ji peywir girt û cardin Bîngulê hat ser heman serokatiya daîreyê. Piştî qeyûm Mûstafa Yaman çû û Mahmût Demîrtaş hat şûna wî, Demîrtaş ji ber nelirêtiyan Bîngulê ji peywirê girt.    Piştî Bîngulê ji peywirê hat girtin, qeyûm Abdûrrahman Şahîn danî ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê. Şahîn, di heman demê de Midûrê Petwetdehiya Neteweyî ya Bajêr û Serokê Daîreya Karên Çand, Turîzm û Civakiyî ye.    ‘FERASEYA QEYÛM'    Gulîzar Îpek ji bo vê yekê anî ziman ku çûyîna Mehtap Bîngulê baş e, lê belê li şûna wê tayinkirina zilamekî feraseta qeyûm dide der. Îpek, bilêv kir ku ji serî de kirinênq eyûman dişopînin û got: "Piştî vîna gel hat xespkirin û qeyûm hatin tayinkirin, ewilî berê wxe dan jinan. Bi qasî ku em ji îcraatên qeyûmê nû jî fêm dikin ku wê êrîşên bi vî rengî bidomin. Jixwe li yekeyeke jinan bicihkirina zilamekî jî nîaşn dide ku wê tiştên li wê derê bi kîjan ferasetê bên kirin. Em dev ji paradîgmaya jina azad, ekolojîk û demokratîk berdanin. Em ê dev ji temsîliyeta wekhev bernedin."    Îpek, destnîşan kir ku li serokatiya daîreya polîtîkayên jinan bicihkirina zilamekî bi tu awayî qebûl nakin û got: "Ev jî rengvedana polîtîkayên dijminatiyê yên îqtidarê ne. Ev tê wateya nehisibandina jinê û dûrxistina wan a ji saziyan e. Navê wê li ser e Serokatiay Daîreya Xizmetên Jinan. Li qadeke ku ji bo jinan dixebite bicihkirina zilamekî encama polîtîkayên zayendparêz û dijminatiyê ne. Em li dijî vê ferasetê têdikoşin."    MA / Ahmet Kanbal