Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe 2020-09-13 09:06:27   WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wanê Huseyîn Yavîç, bal kişand ser zêdebûna pêketiyên şewba Covîd-19'ê û got: "Heger bi vî rengî li dijî pandemiyê bitêkoşin, wê di zivistanê de encamên wê girantir bibin."    Çend roj berê Wezîrê Tenduristiyê FAhrettîn Koca hat Wanê. Li ser vê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji ber rewşa pandemiyê ku her diçe zêdetir dibe, xwest bi Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re hevdîtinê çêbike. Lê belê Koca bêyî ku daxwaza odeyê qebûl bike ji bajêr çû.    Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, anî ziman ku bi hatin Wezîrê Tenduristiyê Koca re, rewşa Wanê ya di warê pandemiyê de piştrast bûye û got, jixwe daneyên ji bo tevahiay welêt tên parvekirin jî ne rast in.    Yavîç, anî ziman ku wê bi xizmetên parêzkar û tevdîrî pêşî li şewbê bê girtin û got, divê testên pozîtîf divê zûzû bêndtespîtkirin û li gor wê dereftên zîoalsyonê bên peydakirin û tedawî baş bê kirin. Yavîç, bilêv kir ku bi polîtîkayên heyî pêşîlêgirtina pandemiyê ne mimkun e û got: "Tenê bar li ser pişta gel tê kirin. Heger wisa bê wê pêşî li ber vê pêvajoyê neyê girtin. Helbet divê mirov hay ji tevdîran hebin û bi baldan tev bigerin. Heya polîtîkayên ji bo piştgiriya civakê neyên kirin wê pêşî li pandemiyê neyê girtin."    ROJANE 400 PÊKETΠ   Yavîç, anî ziman ku li Wanê rojê 300-400 kes bi şewbê diekvin û got: "Divê ev yek bi awayekî pir zelal bi civakê re bê parvekirin. Civak ji bo hay ji cidiyeta şewbê hebe, divê zanibe asta tenduristiyê çi ye. Hema bibêje li nexweşxaneyan beşên awarte tije bûne. Beşn ji bo covîdê hatine veqetandin hema bibêje ji sedî 70'ê tije bûne."    Yavîç got: "Heger bi vî rengî li dijî pandemiyê bitêkoşin, wê di zivistanê de encamên wê girantri bibin."    ‘DIVÊ TEVDÎRINE RAST BÊN GIRTIN'    Yavîç, destnîşan kir ku tevdîrên beriya 1'ê Hezîranê hatibûn girtin divê dîsa bên pêkanîn û got: "Heya polîtîkayeke giştî ya sîrkulasyona cvakiyî kêm dike pêk neyê, wê civak bi xwe nikaribe tevdîran bigire. Bikaranîna amskeyan bi tenê ne çare ye. Divê Wezareta Tenduristiyê tevî saziyên civakiyî pêvajoyeke şefaf bi rê ve bibe. An jê heger wisa dewam bike wê encamên şewbê girantir bibin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê tevdîrine rast bên girtin."    MA / Dîndar Karataş