Havva Bakirdal hat qetilkirin 2020-09-13 13:41:01   XERPÊT - Li navçeya Madenê, Şevket B., mala xizmên xwe yên ku cîranên wî bûn gulebaran kir û Havva Bakirdal qetil kir.   Li gundê Yenîbahçe ya navçeya Maden ya Xerpêtê zilamê bi navê Şevket B., mala xizmên xwe yên cîranên wî bûn, gulebaran kir. Di encama gulebaranê de Havva Bakirdal giran birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên li ser agahî dayînê hatin cihê bûyer Bakirdal rakirin nexweşxaneyê. Bakirdal ligel hemû mudaxileyan jî  jiyana xwe ji dest da. Qatilê Bakirdal piştî gulebaranê ji cihê bûyerê reviya.     Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat diyarkirin ku lêgerîna Şevket B. berdewam dike.