Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’ 2020-09-13 14:11:55   MERSIN – Komeleyên karkeran ên li herêma Çûkûrovayê, ji ber ku di hevdîtina yewmiyeyê de lihevkirin çênebûne, biryara ‘derneketina kar’ girtin.      Komeleyên karkeran ên li herêma Çûkûrovayê û Yekitiya hinardekerên Akdenîzê (AKÎB) ji bo yewmiyeyên karkeran li hev civiyan, lê di hevdîtinê de lihevkirin pêk nehat. Komeleyên karkeran xwestin yewmiye ji bo sala 2020’an bibin 116 TL, yekitiya hinardekeran jî pêşniyar kir ku yewmiye bibin 102 TL.    BANGA ‘DERNEKETINA KAR’    Li ser vê yekê hevdîtinê taloqî dîrokeke pêş hat kirin û nûnerên komeleyan banga ‘derneketina kar’ hat kirin. Di bangê de ev peyam hatin dayîn: “Ji ber ku AKÎB ji hemû hewldanên me re nebûye bersiv, em bang li hemû karker û çawişan dikin ku ji 14’ê mehê şûn de li mala xwe rûnin. Heta ku encamek bê girtin jî wê çalakiya rûniştinê dê bidome. Biryar bi Yekitiya Elçiyan re hatiye girtin.”