Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû 2020-09-13 15:37:40   MÊRDÎN – Qarantînaya ku li ser gundê karkerên ku li Sakaryayê êrîşa nîjadperest li wan hatibû kirin, rabû.    Karkerên kurd ku li gundê Sirtê yê navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê êrişa nîjadperestî li wan hatibû kirin û vegeriyabûn gundê xwe Kelekê yê navçeya Şemrexanê ya Mêrdînê, di 6’ê îlonê de bi hinceta vîrûsa koronayê qarantîna hatibû îlankirin.    Qarantînaya ku bi armanca astengkirina serdanên karkeran li gundê Kelekê û mezrayên wê Çemê Rêşan û Dêrê hatibû îlankirin, bi dawî bû. Bi dawîbûna qarantînayê re barîkatên ku ji hêla leşkeran ve hatibûn danîn, hatin rakirin. Lê hê jî ketin û derketina gundê Kelekê û mezrayên wê bi kontrol tê kirin.    TESTA PİŞTÎ NÛÇEYAN    4 rojên destpêkê yên qarantînayê tu test nehatin kirin. Hat hînbûn ku piştî ku derbarê mijarê de nûçe hatin çêkirin, ekîbên tenduristiyê çûn gundê Kelekê û her du mezrayên wê û testa gundiyan girtin. Keyayê gund, diyar kir ku hê jî encamên testan ji wan re nehatine ragihandin û tu nîşanên vîrûsa koronayê bi kesî re tunene.