Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn 2020-09-13 23:32:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Dînar a Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên Erdîşî. Ji karkeran Ozkan T. jiyana xwe ji dest da û karker Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.    Karkerên ku ji Erdîş a Wanê ji bo karê înşeatê çûn navçeya Dînar a Afyonê, bi êrîşeke çekdarî re rû bi rû man. Di êrîşê de karker Ozkan T. jiyana xwe ji dest da û karker Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.    Bûyer, êvarî saet li dor 7 û nîvan qewimiye û nehat hînbûn bê ji ber çi qewimiye.    Kesekî ku nasnameya wî nediyar êrîşî birayên hev karkerên îneşatê kirin. Di êrîşê de Ozkan T. ê 25 salî jiyana xwe ji dest da û karker Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn. Karkerên birîndar rakirin enxweşxaneyê.   Xizmên karkeran ên ji Erdîşê û bajarên din xwestin biçin Dînarê, li têketina Afyonê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin.    POLÎS: CENAZEYÊ XWE WERGIRIN Û BIÇIN   Her wiha hat hînbûn ku polîsekî ji karkerekî birîndar re gotiye, cenazeyên xwe wergirin û biçin.