ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-14 09:00:05   * Rojnamevanên kurd, diyar kirin ku li erdnîgariya kurdan ji zû de ye şer û komkojî pêk tên û gotin: "Dermanê êş û birîna me ya bi hezaran salan yekîtiya neteweyî ye."    Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê qeydên qûrsên xwe yên ji bo serdema nû dan destpêkirin. Rêveberê Komeleyê Ehmed Yilmaz ji bo serlêdanên qûrsan banga beşdariyê kir.   *  Li Cizîrê Hacer Yîgît, li ber mala xwe sêlek daniye û li ber qêleqijê nanê sêlê çêdike û pê debara malbata xwe dike.    * Dogan Çetîn li Erdîneyê eskeriya mecbûrî dike dibêje "Xwezî perwerdehiya bi kurdî hebûn". Gava wisa dibêje du esker jî bi qundaxên çekê xwe li serê wî dixin. Piştî vê Çetîn radikin nexweşxaneyê. Dogan jî giliyê her du eskeran dike. Dogan got, hin fermandar xwedî li eskerên êrîşkar derketine û niha tu ewleyiya wî tuneye.    * Danişîna doza tayînkirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê li 1'emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê were lidarxistin. (10.00)    * Danişîna ewil a doza derbarê Can Yilmaz ê Gullu Yilmaz a bi şewitandinê kuştibû hatiye vekirin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00 - 17.00)   * Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê wê têkildarî "Deklarasyona Aştiyê" ya HDP'ê ku eşkere kiribû li avahiya xwe daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)