Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine 2020-09-14 13:20:19   AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê eşkere kir ku ji 14’ê îlonê pêve li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê li hesabê xwe yê medya civakî agahiyên rojane yên derbarê vîrûsa koranyê de belav kir. Li gorî daneyên bi etîketa “#YönetemiyorsunuzTükeniyoruz (Hûn nikarin birêve bibin em jî diqedin” ji 14’ê îlonê pêve 660 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine. Li gorî daneyên Platformê herî zêde hemşîre û ebe bi koronayê ketine û 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.    Daneyên Platformê yên bi koronayê ketine wiha ne: 174 bijîşk/diransaz, alîkerek klînîka hekîmtiya diransaziyê, 243 hemşîre/ebe, 16 paramedik/ATT, 80 personel, 33 teknîker, 11 wezîfedarên otomasyonê, 13 wezîfekarên ewlekariyê, 15 karmend, 8 laborant, 2 midûr, 8 şifêr, aşpêjek, 36 sekreter, raportorek, 2 portor, 2 pisporên xizmeta civakî, 4 psîkolog, pisporek pêşketina zarokan, dermanfiroşek û fîzyoterapîstek.