Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt 2020-09-14 13:49:30 ENQERE – Walîtiya Afyonê, derbarê êrîşa ku li karkerên kurd hat kirin de daxuyanî da û saziyên çapameniyê yên ku êrişê kirin nûçe kir hedef û ev angaşt kir: “Aliyê civakî yê bûyerê tuneye.”      Duh li navçeya Dînarê ya Afyon êrişeke nîjadperestî li karkerên kurd ên li înşaatê dixebitîn hatibû kirin û karkerê bi navê Ozkan T. jiyana xwe ji dest dabû û karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûbûn û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Walîtiya Afyonê, derbarê êrişê de daxuyanî da û saziyên çapameniyê yên ku êrişê kiribûn nûçe kir hedef û nûçeyên derbarê êrişê de weke angaşt da.    Di berdewamê de walîtiyê, angaşt kir ku bûyer di navbera karkerên înşaatê û maleke cîranê înşaatê de ji ber deng û toz û dûmanê derketiye û çek û hesinê ku di êrişê de hatiye bikaranîn hatine desteserkirin lê êrişkar hê nehatiye girtin.