Ji TTB’ê banga meşê 2020-09-14 15:04:14 ENQERE – TTB’ê ji bo çalakiyên qurdela reş, meş û rêzgirtinê ku wê li hemû bajaran bi odeyên bijîjkan re bên lidarxistin, banga beşdarbûnê kir.   Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), ji bo balê bikişîne ser zêdebûna hejmarên pêketiyên vîrûsa koronayê û hempîşeyên wan ên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane wê hefteyekê çalakiyan li dar bixe. TTB’ê, derbarê çalakiyên ku li dar bixin de daxuyaniyeke nivîskî da û bang li xebatkarên tenduristiyê kir ku tevlî çalakiyan bibin. TTB, destnîşan kir ku wê li hemû bajaran çalakiyên xwe bi odeyên bijîjkan re li dar bixe û her roj berpirsyartiya dîrokî ya kesên ku sûc dikin sutiyê welatiyan û bar li bijîjk û xebatkarên tenduristiyê bar dikin, bi bîra wan bixin.    TTB’ê di banga xwe ya ji bo çalakiyên ku dê di navbera 14-18’ê îlonê de li dar bixin de ev tişt rêz kirin:    "* Kampanyayê medya civakî yên ku rewşa bijîjk û xebatkarên tenduristiyê raxin ber çavan bên lidaxistin.    * Di serî de ji bo bal kişandina ser mirina kedkarên tenduristiyê û zêdebûna hejmarên pêketiyên vîrûsa koronayê, li hemû saziyên tenduristiyê û qadên jiyanê heta hefteyekê qurdelên reş bên daleqandin.    * Ji bo raxistina encamên pêvajoya asayîbûnê ku di meha hezîranê de hi aliyê hikûmetê ve hatibû ragihandin, li hemû bajaran meş bên lidarxistin.    * Ji bo bijîk û xebatkarên tenduristiyê ku jiyana xwe ji dest dane, li hemû nexweşxane û saziyên tenduristiyê rêz bê girtin."