Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan 2020-09-14 15:32:38   WAN – Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ya Ebexê, bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî yên gundên navçeyê da. Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Gonul Ûzûnay, diyar kir ku qeyûm li dijî zimanê kurdî dijminatiyê dikin.    Duh li navçeya Ebexê ya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tabeleyên bi kurdî-tirkî yên gundan daxistibû û li şûna wan tabeleyên tenê bi tirkî çikandibû.  Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ya Ebexê ya Wanê, bi civîneke çapameniyê bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî yên gundan da.    ‘DIJMINATIYÊ LI ZIMANÊ KURDÎ DIKIN’   Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Gonul Ûzûnay, di civînê de axivî û diyar kir ku tiştên tên kirine nayê qebûlkirin û wiha got: “Dema ku qeyûm hatin destpêkê êrişê tabeleyên bi kurdî yên şaredariyên me kirin. Berê jî zimanê kurdî temûl nedikirin û niha jî ev bêtemûliya wan didome. Qeyûm dijminatiyê li zimanê kurdî dikin. Kesên ku kurdî kirine amûra siyasî, îro li Ebexê navên gundên kurdan ji tabeleyan dibin. Kurdî ne amûreke siyasî zimanê zikmakî yê gelekî ye. Em weke HDP vê rewşê şermezar dikin û têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin dikin.”   Civîn bi dûrişmeya  “Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.